Balyozê Îranê yê berê li Netewên Yekgirtî Mensûr Ferheng, rêjîma melayên Îranê bi şopandina tayifeperistiyê û hawirdekirina wê bo dewletên din tometbar kir.
Ev gotin di nameyeke wî de hat belavkirin di rojnameya Niyoyork Taymiz de, wek bersiv li ser Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cawad Zerîfî û tometbarkirina wî ji Eribstana Si’ûdî re bi pêrewkirina tayifeperistiyê ku pêş çend rojan di heman rojnameyê de hatibû weşandin.
Ferheng got ku “Îran mafên mirovan binpê dike û piştgiriya regezperstiya tayifî dike û di sala 2015 an derdora 700 kesan dane sêdaradan”.
Ferheng amaje kir ku Îran bûye sedema peydabûna nearamiyê li heryek ji Îraq û Yemen û Sûriya û Libnanê, bi rêka pêşkêşkirina piştgiriya serbazî û ya abûrî bo mîlîşên Şî’e-mezheb yên şer di van welatan de dikin.
Herwiha daxwaz ji heryek ji hêzên opozisyona Îranê û ji hêzên siyasî yên Erebî kir bo lidarxistina kongirekî hevbeş û arastekirina nameyekê bo tevaya cîhanê, û diyar bikin ku ev rêjîm nûnerayetiya gelên Îranê nake, û ew rêjîmeke ji gel dûr e, netenê nayê qebûlkirin ji derve herwiha di hindur de jî nayê qebûlkirin.
Navhatî bal kişand ku Ereb bi hîç şêweyî ne dijminên xelkê Îranê ne, lê kiryarên rêjîmê ziyanan digehîne xelkê Îranê û xelkên Ereb û li tevaya miletên navçeyê.
Jêder:Hevbendî+Anadol