Dîdarek taybet bi hunermend Selah Umer (şêrzad Efrînî) yê li Siwêdê dijî re :
-Di nerîna te de wek hunermendekî ku ji berî hilbûna şoreşa Sûrî li Siwêdê dijî, gelo sedema nerazîbûna hevwelatiyên Siwêdê ji penaberan çiye?
Destpêkê de em spasiya vê guhdana we dikin , wek ku her kes dizane ku arîşeya penaberiyê bûye kêşeyeke navdewletî ya aloz, penaber bûye barek li ser milê Oropayê ,lê sebaret bi rewşa Siwêdê bitaybetî, piştî destdirêjiya li ser navendên penaberiyê û şewitandina wan bi destê hin nijadperestan û partiya Sefar a Dîmoqrat, ew bersivek bû li ser paşketina rewşa abûrî û ewlekarî li welat , û wek tê zanîn ku ev partî ji berî du salan de bûye xwedî hejmarek mezin ji dengan di nav gelê Siwêdê de ji ber gelek sedeman bi taybetî sedemên abûrî û civakî, û ev cara yekemîn e ku ev partî dikeve parlemana Siwêdê de, û desthilata Siwêdê ber bi daxwazên wade tê, û bi taybetî di warê penaberiyê de û rawestandina pêşwazîkirina hejmarin bêtir ji penaberan, û vê partiyê gefên ruxandina hikûmetê û çêkirina helbijartinên nû xwarin, lê hikûmet ber bi daxwazên van naziyên nû ve hat, û evê hin ji regezperestan han dan ku destdirêjiyê li ser navendên penaberan bikin û wan navendan bişewitînin û her wiha derketina xwepêşandanan dijî pêşwazîkirina penaberan, û tevlî ku hin komele û partiyên ku alîkariya penaberan dikin hene lê hejmara dengên wan di perlemanê de niha kême.
-Di dawîtirîn rêfrandoma ku hikûmeta Siwêdî çêkir diyar bû ku rêjeya 70% ji gelê Siwêdê dijî pêşwazîkirina penaberan e, û bi nedana mafê niştecîbûnê re ne ta ji Sûriyên zerermend ji cengê jî re, di nêrîna tede sedema vêqas tirsa Siwêdiyan çiye?
Sedema bingehîn paşketina rewşa abûrî ya welat e, wek tê zanîn ku rêveberiya penaberan alîkariyên darayî ji yekîtiya Oropî xwestine, lê wê ew daxwaz bi cih nanî, û evê yekê hişt ku hikûmeta navendî daxwaza alîkariya darayî ji gencîneya yedek ya Siwêdê bike, û em ji bîr nekin ku rola ragihandinê roleke mezin e ji ber pirbûna nûçeyên penaber û penaberiyê roleke nêgatîv lîstin, ji ber li vêde hevwelatî bi biçûktirîn tiştên welat agahdar e, lewra milet ne raziye ji siyaseta Hikûmeta xwe ya nû .
-Di nerîna te de gelo çima penaberên Sûrî piştî bi destxistina mafê daniştina li Siwêdê dûrî piraniya çalakiyên rewşenbîrî û hunerî yên têkildar bi xak û gelê Sûriyê dikevin?
Di baweriya min de ne guhdana penaber bi tevgera rewşenbîrî li welatlê penaberiyê, berî her tiştî ji nehişyariya wî ya rewşenbîrî tê, û penaberê nû dema ku tê kul û derdê wî ew e ku mafê niştecîbûnê bi dest bixîne û malbata xwe bi xweve bighîne û zimanê nû hîn bibe, û yên kevin jî bi danheva pereyan û serhevdanîna wan mijûlin, û dawiyê zarokên wan tên û wan pereyan tevan bê hûde di demeke kurt de belav dikin, û tenê ew kes di encamê de westan û kul û derdên wî tenê jêre dimînin, hemana vê rewşê bi gelê Yûnanê re çêbû di dema şerê navxweyî yê welatê wan ku welatê xwe hiştin û berî dan Siwêdê.
-Bê guman şoreşa Sûriyê gelek têgeh û helwêstên mirovan û dewletan guhertin, gelo çi bandora şoreşa Sûriyê li ser berhemên te yên hunerî bi tevayî heye?
Bê guman qeyrana mirovahî li Sûriyê û ew dîmenên tirsnak pir bandora xwe li kesatiya min kirin, û gelek caran min hewl daye ku ez dûrî fêsbîkê bikevim ji ber ku ez pir bi wan dîmenan dêşiyam, û li vêde li Siwêdê min pêşengehek bi serê xwe ji bo alîkariya zarokên ziyan li wan bûye di şerê li Sûriyê de çêkir, bi hemahengiya li gel Xaça Sor ya Siwêdî û rêxistina parastina zarokan, her wiha min sê şevbuhêrkên mozîkê li bajarên cuda yên Siwêdê li dar xistine, min di wan de kul û derdên gelê Sûriyê bi têlên ûda xwe tanîn ziman, û min karîbû bandorê li wan bikim di riya wan şevbuhêrkan re, û min pir ji rewşenbîrên Siwêdê di riya wan şevbuhêrkan re nas kirin, û her ez di wê rêça ku berî hatina min a Siwêdê ji xwere nexşe kiribû berdewam im.
-Tu wek dengbêjekî û peykerçêkerekî û wênesazekî, gelo te kar kiriye ku kul û derdên Sûriyan di riya nameyên xwe yên hunerî yên rengereng re di nav wênesazî û peykerçêkirin û stranan de bighîne gelê Siwêdê?
Min kariye hinekî ji derdeseriyên gelê Sûriyê di riya ragihandinê re, çi ya nivîskî be û yan di riya radiyoyê re be, bighînim gelê Siwêdê, her wiha di riya çalakiyên ku min kirine ji pêşengeh û şevbuhêrkên mozîkê, her wiha pirojeyeke min heye min ji Hikûmeta Siwêdê re pêşkêş kiriye di çarçoveya xizmeta kêşeya gelê Sûriyê de ye.
-Tu hunermendekî xwedî arezûyên corbecor î, gelo tu çawa dikarî hemahengiyê têxe orta wênesaziyê û peykerçêkirinê û mozîkjenî û stranbêjiyê de, û li gor agahiyên me tu ne li ser alîkariyên sosiyalê dijî wek hemî rewşenbîrên dî, lê tu bi şêweyek xweser malbata xwe xwedî dike?
Ez demekê kurt li ser alîkariyên wan jiyam, ez bi wê deyndarê wan im, di wê demê de hestê şermê û ruswabûnê pir bi minre peyda bû, lewra min zû qerzek ji bo xwendinê kişand, min pê peymangeha bilind ya beşê Peykersazî Û Dîkorên Hindirîn xwend, piştî bi dawîhatina xwendina min min karek mamostetiyê bi dewamekî kurt bi dest xist, ew kar têra min ne dikir lewra min di warê xwaringeha de kar kir, ta ku hevalê min textor Necîb hat û me holeke pêşengehan bi hevre vekir, û niha em pêşengehên hunermendên ji regezên corbecor û pirên wan Siwêdî ne têde li dar dixin, di riya wê hole re min pir ji rewşenbîr û hunermendên Siwêdê nas kirine, û ev ezmûneke nû ye lê em nizanin ta kengî emê bikaribin li ber xwe bidin ji bo hunerê , û debara jiyanê bi berhemên hunerî.
-Gelo tu pirojeyên te yên nêzî pêkhatinê hene? Û gelo te kariye bi erkê xwe yê hunerî û malbatî pev re rabe?
Tu min nas dikî, ez pirojeyên xwe yên siberojê naynim ziman ne ku piştî serkeftina pêkanîna wan be, lê sebaret bi beşê duwem ji pirsê, ez her û her hewl didim ku hevsengiyê têxim orta karê xwe û hunera teşkîlî û jiyana xwe ya malbatî de, lê carinan kêm û kurtî çêdibin dema ku pêşengehek an pirojeyek hunerî yê nû hebe.
-Gotinek te ya dawiyê?
Di dawiyê de ez we spas dikim û karê we bilind dinirxînim, û ez dibêjim ku ragihandina kurdî kêmasiyan bi min û yê wek min re yên ku bi aliyekî siyasî ve ne girêdayine re dike, û wek tu zanî di rojhilata navîn tevî de dezgehên serbixwe tunene, lewra kesê serbixwe dibe qurbaniya kombend û aliyan.
——————————————————–
-Kurtahiyek derbarê hunermend Selah Umer”şêrzad Efrînî”:
-Li bajarê Helebê li herêma Efrînê li gundê Kurdan yê bi ser bajarokê Cindêris ve di sala 1978 an ji dayik bûye, û ew kurê hunermendê folklorî yê navdar “Bavê Selah” e.
-Çalakî û pêşengehên hunerî yên hunermend “şêrzad Efrînî” pêk anîne ev in:
Di hejmarek ji mehrecanên hunerî de bi hunermendên Siwêdê re beşdarî kiriye, sê pêşengehên hevbeş bi pirofîsorên zanîngehên Siwêdê re li dar xistine, û di sala 2009 an de du pêşengehên bi serê xwe li bajarê Kalmar û girava Oland li dar xistine.
Û di sala 2012an de pêşemngehek bi serê xwe li li bajarê Tîbro li dar xist. Û 2013 pêşengehek bi serê xwe li bajarê Îmaboda li dar xit. Û 2014an 2 pêşengeh bi Doktor Necîb Kamkar re li dar xistin, û pêşengehek bi serê xwe li bajarê Kalmar. Û niha wek mamoste di Peykersakirina Bi Depan li dibistanên girava Oland li Siwêdê bi kurte-dewam kar dike.