Bi helkefta nêzîkbûna salvegera çaran a şoreşa rûmetê, ji bo haydariya bi rola hunermendê Sûrî di şoreşê de, û gurbûna giyanê şoreşgerî û hewldana wî bo berdewamiya xetîra raperînê dijî zilm û zorê… malpera me hevpeyvînek taybet bi hunermendê Karîkatêr Dara Êstrî re pêk anî, hunermend li ser rola xwe û hevalên xwe yên hunermend di şoreşa sûrî de axivî.
– Gello tu hîn li ser ya xwe yî mîna destpêka şoreşa ku ji Der`ayê destpê kir, ji aliyê raman, hest, û helwestê, yan guhertina bûyeran nerînên te guhertine?
Awayê bûyeran, û tiştê ku şoreşa Sûrî gihiştiyê, tevlî hemû qirêja kesên li şoreşê siwar bûne, û tevli ketina şoreşê di buhêrkeke tarî de, nerîna min bo şoreşê nehatiye guhertin, hîn ez dibêjim ew şoreş e, wȇ bimîne şoreş, û wê nêzîk tariya şevê ronî bibe.
– Tu wek hunermendekî Karîkatêr gelo te kariye nerînekê an jî ramanekê bigihîne ku gotinê nikarîbû ew baniya ziman?
Di tabloyeke min de û berî ku sira bayê Buhara Erebî bigihêje Sûryayê, min wêneyê zilamekê ji dar ku balindeyan pê ditirsînin bi awayê cineralekȋ sazkiribû ȗ balinde li dora wȋ genim dineqȋnin, guh lȇ nakin, ȗ jȇ natirsin.
– Çima Hunermendȇ Sȗrȋ nikarîbû bandorê li raya giștȋ ya cîhanî bike, tevlȋ tiștȇ ku li Sȗrȋ dibe, ne kȇmȋ tawankariya ku li Oxenda bibû?
Hunermendȇ Sȗrȋ di bandora xwe li ser raya giștȋ tȇk neçȗye, lȇ jȇ re diyar bȗ ku raya giștȋ li pȇș berjewendȋ ȗ siyasetȇn dewletȇn mezin bȇ wezn e, ȗ tiștȇ ku li milletȇ Sȗrȋ ji kuștin ȗ koçberiyê , nerastiya dewletȇn ku xwe bi dewletȇn dimuqratȋ, mafȇ mirovan, ȗ mafȇ ajalan binav dikin diyar kir.
– Hunermend, nivȋskar, wȇjevan, ȗ hemȗ kesȇn ku di warȇ rewșenbȋrȋ de kar dikin, beșdariyȇ di nȇzȋkirina nerȋnȇn hemȗ beșȇn civakȇ de dikin. Ta kȋjan astȇ hunermendȇ Sȗrȋ dikarȋbȗ vȇ yekȇ bi cȋh bȋne?
Mixabin, hunermend ȗ nivȋskaran nikarȋbȗn ev yek bi cȋh bianyana, pêvajoya bȗyeran bihȇztir bȗ, lȇbelȇ vȇ șoreșȇ riwȇ rastȋn yȇ rewșenbȋran bi giștȋ diyar kir, hat xuyakirin ku hinek hebȗn navȇ wan bi huner ȗ wȇjeyȇ ve hatibȗ girȇdan, lȇ tu ȋșȇ wan bi çi tiștȇ navȇ wî sinc, exlaq, ȗ hestȇn mirovane tune ye.
– Hunera Karȋkatȇr dikare ȇșa millet bȋne ziman, bi taybet di dijwariya vȇ boblata ku xelkȇn Sȗrȋ ji berȋ çar salan de tȇ de dijȋn?
Ne hunera Karȋkatȇr ȗ ne tu cureyȇn wȇje yan hunerȇ dikarȋbȗn ȇșa millet bȋne ziman.
– Ji ber ku hȗn li xerȋbiyȇ dijȋn, we tiștek bo bikaranȋn ȗ pȇkanȋna van siloganȇn ku hȗn di 2011an de ji ber wan derketin xwepȇșandnan kir?
Me gelekȋ hewl da ȗ em didin, lȇ rewșȇn dijwar yȇn jiyanȇ ji hȇlekȇ ve, ȗ kesȇn ku li șoreșȇ siwar bȗne ji hȇleke dȋ ve, nahȇlin ku ev yek pȇk were.
– Giringtirîn tișt ku tabloyȇn te li ser rawestiyan çi bȗn?
Beriztirȋn tișt tabloyȇn min li ser wan rawestiyan mijara ku rêvebir û serkirde bi çavê bêhişî û nezaniyê li giştiya milet dinerin, di riya kariktera kerȇ di tabloyȇn min de.
– Em dibhȋzin ku hindek pirojeyȇn te yȇn dȋ jȋ ji bilȋ Karȋkatȇr hene, mȋna mȗzȋkjeniyȇ ȗ stranbȇjiyȇ, gello te xwe berda van beșan ji ber Karȋkatȇr hemȗ hewesȇn te hembȇz nedikirin?
Tȇkiliya min bi Mȗzȋk ȗ mȗzȋkjeniyȇ re bihinberdanek e, ez nikarim xwe di ser kesȇn pispor re bibȋnim.
– Beriztirȋn çalakȋ ku we li Tirkiyayȇ bo rewșa Sȗrȋ kiriye çi ye?
Ta niha tu çalakiyȇn hunerȋ tune ne, tenȇ beșdariya bi hevalan re di mangirtinan û derbirîna nerzîbûnên li meydanan ne.