Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Ehmed Seîd: Armanca “Şepêla Paşeroja Sûriyê” Ew e Çêkirina Nûnertiyek Rast Ji Elewiyan Re Di Nav Opozisyona Sûriyê De

December 15, 2015
in Dîdara Taybet
Reading Time: 8 mins read
A A

Piştî Bajarê Istanbula Tirkiyê Kongirê damezirandina“Şepêla Paşeroja Sûriyê” himêz kir wekû yekem Rêkxistina siyasî ya Elewiyan ko Opozisyon e li gora kesên damezrêner dibêjin.

Der barê daxuyaniya damezirandinê û ji bo naskirina Şepêlê ji nêz ve, me ev hevdîtin digel yek ji damezirênerên Şepêlê birêz Ehmed Seîd re kir,  ew yek ji Opozisyona Sûrî ye, ji bo ji me re li ser nerîn û boçûnên xwe û derdên Elewiyan biaxive.  

– Gelo damezirandina Şepêlê, tenê ji bo birîna peywendiya di navbera Tayifeyê û Rêjîma Esed e?

   – Armanca Şepêlê ewe ko hêza Tayfeyê û gotina wê di nav Opozisyonê de hebe, Şepêl wek hêzên Opozisyonê yên din rûxandina Rêjîmê dixwaze û ev ji aliyê me ve mijareke bêguman e, lê belê arîşeyek heye di rizgarkirina Tayfeyê ji Pencên Rêjîma Esed, lê operasiyona vekirina girêdana herdu aliyan karekî pir aloze eger em nebêjin heye ji kok de ew peywendî venebe, ji ber ko ji pêşî ve Rêjîmê xwest ko zaroyên Tayfeyê têke nav kêferatê û biser ket, çimkî nuha hoz jî dixwaze xwe rizgar bike, ji tirsa encamên şer xwe bi Rêjîmê  digire.

– Gelo ev têkildarî di cengê de hat feriz kirin, an berê jî wisa peywendî bi Rêjîmê re hebû?

Wek hemû dizanin Rêjîmê ev Hoz ji destpêkê ve xistiye devê Topê û ew têgihandiye ko ew di metirsiyê de ye, bi rastî jî Tayfe li ber ketwareke metirsî ye, ne ew dikare xwe ji nebaşî û tawankariya Rêjîmê vekêşe û di heman demê de nikare nêzîkî aliyê din yê Opozisyonê jî bibe, aliyê ko heta îro  hêj pirojeyê xwe yê ji bo paşeroja Sûriyê baş diyar nekiriye, gelo çarenivîsa Elewiyan piştî Esed wê çi be? Nebûna garantiyên navdewletî, nebûna dilaramiyê ji hêzên li ser xakê, Elewî xistinê rewşeke dijwar de, ne ew dikarin bi hêsanî ji rijêmê xilas bibin, û ne dikarin xwe li nav Opozisyona siyasî û leşkerî bibînin.

– Gelo tu dibînî Elewî di navbera du bijardeyan de ne her yekê ji ya din xerabtir e, ji aliyekî bijarteya Rêjîmê ya ko ew xistine şerekî dijwar û bijardeya yên ko gotara wan Islamî tundrew e û doza tolhildanê dikin?

Nuha bi rastî Elewî beraber bijardeyên metirsîdar in, an divê dûrî Rêjîmê bikevin û xwe ji tawankariyên Rîjîmê bêrî bikin û ji bin sîwana wî derkevin, pirs li vir jî, eger xwe ji Rêjîmê bêrî kirin gelo çawa wê berevaniya xwe bikin, û ew bê hêza leşkerî ne, û wek hemû herêman tişt li bal wan nîn e, ew dê çi bikin?

Hemû dizanin ko yên tundrew li benda tolhildanê ne û her demekê gefan didin ko têkevin gundên me, ez li vir dibînim ko ev ji me re xwekujî ye, û bijardeya din ko Tayfe bi tevayî bi şoreşê re biraweste lê Şoreş nema wek mehên xwe yên pêşî maye, ew bûye ceng, êdî tu dê çawa bi ewan kesan re biraweste ew yên ko şev û roj dibêjin emê we tune bikin.Û ev bijarte jî hinek dînbûn tê de heye, çimkî tu bi ewî kesê ko di hundirê xew de dibêje ezê we tune bikim re ye. Lê belê bijarteya sisiyan ewe ko Hoz weke xwe bimîne tev ko dizane Rêjîm tawankar, kujer û gendel û dîktator û malbatî ye, lê tev wisa jî ew dê Tayfeyê ji ew yên ko dixwazin wê bişewitînin diparêze, û çi Berê din nîn e ko garantiyê bide da xwe pê ji qirkirinê biparêzin, bijarteya dawî tev ko nebaş e jî lê ew bijarteya Tayfeyê ye, ji tirsa ,û ne ji hezkirina Rêjîmê ye.

– Gelo ev Şepêl hebûna wê li Herêmên Elewiyan li Sûriyê heye? An jî tenê di nav Elewiyên Opozisyon yên derve de heye? 

Li derve berî destpêka Şoreşê hebû, lê nuha ev gavên tên avêtin, hewldana hinekan ji Tayfeyê ye, da têkevin navbera damarên Tayfê û bandorê lê bikin û veqetandinekê têkin nav Rêjîmê û hozê de, lê belê bi sedema astengiya ko Tayfe ketiye navbera Rêjîma kujer û tiroristên ko Serjêkirina kurên wê dixwazin,  du helwestên dijber bi hozê re çê bûn, Helwestek diyar û yek veşirtî di mêjiyê wê de çêbû, yek jê ew bi Şeytan re bin jî bi mercê ko em ji evê tengasiyê xilas bibin ya ko Rêjîmê ew xistinê, û arîşe ew e, ew nikarin tirsa di dilê xwe de derxin, gerek Encûmena Niştimanî Sûrî berî bibe Hevbendî di vê arîşê têbigiha, û gerk têketa nav şaxên Tayfê û ew ber bi Şoreşê û Opozisyonê ve bikêşanda, ev bû karê ko Opozisyon tê de têk çû, di evê derbarê de me bi hinek kesayetiyên Opozisyonê mînak Heysem Elmalih yê ko min ew li Tirkiyê dît gengeşe kir, xweşhaliya xwe bi ramanê da , lê nişkavî bû ji bo min ko biraderên Opozisyonê bal nekêşandin ser evê babetê ya ko dikarîbû Hozê dûrî Rêjîmê bike, ew jî bi garantiya ko çi ziyan negihê Hozê gava ji Rêjîmê cuda bibe û ewan serjê nekin gava ko Opozisyon di dûrkirina Tayfeyê ji rêjîmê biser bikeve.  

Bi rastî eger wisa bibaya nuha em nedigihan tiştê ko îro em gihanê, berevajî evê yekê dengê heyfhilanîna ji Hoza Elewî ji ya ji Rêjîmê bilindtir bû, û kirdeyên gelekan ji Opozisyonê diyar dikin ku ew dixwazin Hozê bi Rêjîmê ve girê bidin, û tenê nûnertiya Elewiyan bi çend kesayetiyan ko li ser Hozê têne hesibandin bihêlin,  û di rastiyê de ew nûnerîtiya Hozê nakin û ewan bi xwe xwe ji Hozê bêrî kirine û di gelek cihan de jî gotine tenê ew Sûrî ne, û çi bandora wan ya berçav nîn e ew tenê nûnerîtiya xwe dikin, dê çawa nûnerîtiya Hozê bikin ko ew bi hozê danpêdanê nakin, Elewiyê ko bi Hoza xwe danpêdanê neke bi çi şêweyî be ew Nûnerîtiya Hozê nake.

– Gelo Şepêl ji hemû pêkhatiyên civaka Sûrî re vekirî ye?

Belê ev e ya ko em ji bo wê bizavê dikin, da em ji çarçoveya Rêjîmê em xistinê rizgar bibin û hem jî em digel hemû pêkhatiyên civaka Sûrî de bin, ji bo Sûriyeke piralî dîmuqratî sivîl ko cihê zordariyê tê de tune be.

– Serokê Şepêla Paşeroja Sûriyê Fûad Himêra bangewaziyek ji Elewiyan re dabû, dixwest ewan bigihîne ewê baweriyê ko tu kes wan nakuje, û rûxandina Rêjîmê ji berjewendiya wan e berî ya çi pêkhatiyên din be, gelo hêsane ko mirov xelkê bi evê pêşbîniyê ya ko ji hêla yek ji zariwên Hozê ve hat pêşinyarkirin bigihîne baweriyê?

Bi rastî gerek mezinên serpereştê Opozisyona Sûrî yên Sinî nerînên xwe di evê derbarê de bidana, çimkî zarwên Hozê ji tundrewên islamî ditirsin, û eger dilaramkirin ji aliyê wan ve hat wê bêtir bandora xwe bike, çimkî tenê Opozisyona Sûrî ya Sinî dikare bandora xwe li wan bike.

– Gelo ev pêngava we piştî hûn têgihan ko tevgereke navdewletî heye ji bo bilezkirina Operasiyona siyasî li gora çarçoveya Cinêvê hat?

Na, ev ji destpêka Şoreşê ve di bîra me de bû lê Şoreş ket qonaxa Alên Reş û mijara Tayfeperestiyê ko Rêjîmê ew ji destpêkê ve gûr kir, û ew xist damarê Hozê jî û ev bû sedem ko ev Şepêl dereng diyar bibe, û ji aliyê ber bi çareseriyeke siyasî ve em jî li benda ewê roja ko temenê rêjîma zordar bidawî bibe û Rêjîmeke dîmuqratî ji dêvlê ve pêk bê û bidawîkirina evî şerê kirêt bê yê ko nekêmî sêsed hezar mirovên Sûrî tê de hatine kuştin, ji bil wêraniya ko li seranserî Welat li pey xwe hişt.  

Ji bil derdkêşana Penaberên Sûrî li hundir û derveyî Sûriyê, ji hêla Desthilata demkî ya ko li ser tê axaftin, em hêvî dikin Sûriya pê têkeve qonaxeke nû de, qonaxeke ko desthilatdarî ne li ser tolhildan û zordariyê rabe, lê belê yasayine hevdemî hebin, ko tê de mafê mirov hem rûmetê wî dûr ji cudahiya olî, milî û netewî parastî be.

– Tu ji ewan kesên piştgir ji mafê mirovan re hatiye naskirin , û tu bi mafê Kurdan re yî di rêvebirina herêmên xwe de, gelo hêj tu li ser helwesta xwe yî , Kurd mafê xwe li gora rewiştên navdewletî bidest bixin?

Ez bi mafê miletê Kurd re me li Sûriyê ne tenê ji bo birêveberiya Herêmên xwe lê belê heta bi avakirina dewletê jî û ev mafekî rewa ye ji bo miletekî ko li ser xaka xwe dijî û xwedî ziman û dîrok e, lê tiştê min dilteng dike ko hin Nexşe belav dibin heta bi Herêmên me jî di nav de ne, çimkî gerek birayên Kurd bi ketwarî û hişmendî biramin, bi taybetî mijara sînor û cografya, li gora yasayê û zêdegaviyan li ser herêmên din nekin, çimkî ewan bi xwe ew derd dîtiye gava ko rêjîmê di dawiya salên şêstiyan de  Ereb ji Reqayê anîne herêmên wan, ewê hingê Kurd ji xaka wan derxistin û Ereb di cihê wan de bicih kirin.  

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Lihevkirinek Bo Destpêkirina Pirogramê Pîvanên Nirxandina Karê Encumenên Xwecihî Li Sûryayê

Lihevkirinek Bo Destpêkirina Pirogramê Pîvanên Nirxandina Karê Encumenên Xwecihî Li Sûryayê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.