Wezareta Rêveberiya Xwecihî û Hawarçûnê û Karubarên Penaberan û Saziya Elmanî ya Alîkariya Navdewletî “GIZ” li ser destpêkirina pirogramê pîvanên nirxandina karê Encumenên Xwecihî mîna pirojeyek niştimanî hevbeş di navbera Encumenên Xwecihî û hemû aliyên bi Encumenên Xwecihî re têkildar in lihev kirin.
Ev yek di çarçoveya alîkariya hevbeş di navbera Wezareta Rêveberiya Xwecihî û Hawarçûnê û Karubarên Penaberan û Saziya Elmanî ya Alîkariya Navdewletî “GIZ”, û xwesteka hevbeş ji bo piştgiriya civakên xwecihî û çesipandina çanda lihevkirina civakî û diyaloka di navbera pêkhatiyên van civakan de hat.
Belgeyek gihştinê di navbera Wezareta Rêveberiya Xwecihî û Hawarçûnê û Karubarên penaberan ku nûnerê wê Wezîrê Rêveberiya Xwecihî û Hawaçûnê û Karubarên Penaberan şêwirmend Hisên Bekrî ye û Destpêşxiriya meşqkirina Civaka Sivîl a Sûrî û jinê, û nûnerên civaka xwecihî “GIZ”, ku nûnerê wê birêz birêvebirê pirojeyê ye hate imzekirin.
Herweha wê xelekek ji kargeh û werşeyan bi aliyên bi pîvanên nirxandina karê Encumenên Xwecihî re têkildar in were pêkanîn, bo xwendin û lêkolîna pîvanên pêşinyarkirê, û dûv re ragihandina van pîvanan di hevdîneke giştî de, û beşdarkirina wê bi xwediyên kar û têkildaran re.
Jêder: Hevbendî