Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Nexem Xadirî tekez kir ko gerek destpêkirina Operasiyana Siyasî û derçûna lîsta Rêkxistinên Tirorist bi hev ve ne girêdayî be.
Di hevdîtineke Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî de digel Rawêjkarê Firensî yê dosya Sûrî Baskal Ros Xadirî got: gerek jihevcudakirina Rêkxistinan bi dadî be, bila Milîtanên Hizbullah û Pasvanên Şoreşger yên Îranî û Milîtanên tayfeperest jî di nav de bin.
Xadirî diyar kir ko operasiyona siyasî gerek bi avakirina baweriyê dest pê bike, û gerek dewletên endamên herdemî di Encumana Ewlekariya Navdewletî de, Rûsya haydar bikin ku dijminkariya xwe ji miletê Sûriyê birawestîne çimkî ew jî bûye aliyekî şer.
Herdu aliyan encamên kongira Riyadê û tiştê ko civîna hevalên miletê Sûriyê li Parîsê roja Duşembê 14.12.2015an gihanê, gotûbêj kirin.
Rawêjkarê Firensî got ko Koma hevalên Miletê Sûriyê, piştgiriya encamên kongirê Riyadê yê Opozisyona Sûrî kirin.
Jêder: Hevbendî