Bo zaniyarên li ser helwesta Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji pêşketinên siyasî û leşkerî yên dawî di dosya Sûrî de, û hindek mijarên bi rewşa Kurdî ve girêdayî, me ev hevdîtin bi Enes El – Ebda Razgirê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî re çêkir.
– Tiştê ku belav bûye rast e li ser hebûna pêşinyareke Rûsî ya destnîşan dike ku wê rejîma Sûrî bi Hevrikiyê re li ser destpêka “çaksaziya destûrî” li hev bike, ku wê derdora 18 heyvan dirêj bike, û pişt re hilbijrtinên serokatiyê yên pêşwext hene, û çi nîşan li ser rastiya vê pêşiniyara ku Royterz berya çend rojan li ser axivî bû heye?
Helbet, pêşinyarek heye, û me ji bêtir ji aliyekî bi vê pêşinyarê bihîstiye, û taybet bo rewşa Sûrî ye, ev pêşinyara Rûsî li ser şerê tirorê diaxive, û yekser Daiş û rêxistinên tirorist ên wek wê, pişt re behsa pêwîstiya serastkirina destûrê û lidarxistina hilbijartinin berlemanî û serokatî yên pêşwext dike, bê ku belge yek car li ser qonaxa veguhêz biaxive, ji ber Rûsya di civîna “Viyêna Yek” de bikaranîna gotina hikûmeta veguhêz bi çi awayî qebûl nedikir. Ew jî wek destnîşanekê jê bû ku ew naxwaze mijara Beşarê Esed bi çi awayî gotubêj bike, ev tişt li milletê Sûrî vedigere, tiştên li ser vê pêşiniyarê belav bûne rast in, û wek min got ew tenê li ser tirorê û serastkirina destûrê, û dûv re lidarxistina hilbijartinên berleman û serokatiyê li welat terkîz dike.
– Helwesta Hevbendiyê jê çi ye, qebûl nake? Yan wê mecbûr qebûl bike, piştî ku ji hêzên navdewletî ên bandora wan bi giştî li ser rewşa Sûrî heye hate dorpêçkirin?
Di serî de, wek ku ji me û dostên me re di Civaka Navdewletî de diyar e ku lêvegera me derbarê çareya siyasî daxuyaniya Cinêv e. di dawî de, ev lêvegera ku bû beşek ji belgeyên Netewên Yekbûyî û beşek ji biryarên Encumena Ewlehiyê em pê pabendin in. di encamê de çi çareya siyasî lêvegera wê ” Cinêv” be, em wek Hevbendiyê pê razî ne, ji be rem bêtirîn aliyê nûnertiya hêviyên milletê Sûrî dikin, û bi hemû karînên xwe kar ji bo sivikirina êşa milletê Sûrî û rawestana rijîna xwînê dikin. em bi çi çareya siyasî re ne ku dibe me bigihîne vê armancê bê ku em ji armancên şoreşa Sûrî ya gewre werin xwar, em ê di nerînên xwe de berdewam bin, û em ji bo sivikirina êş û azarên milletê xwe û gihiştina çi çareyê bo pirsgirêka milletê Sûrî amade ne ku herin çi devera cîhanê.
– Hevbendiyê gelek caran Hikûmeta Rûsî mîna dagîrker bi nav kiriye, û ji Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlehiyê xwestiye bumbebarankirina Rûsî û encamên yasayî û tawanî yên operasyonên kuştin û wêrankirina giştî ên encamên bumbebarankirina tund û bi mebest ji hêla hêzên wê şermezar bike, gello ev tê wateya ku Hevbendî ji serî de tu pêşiniyarên Rûsî bo çareyê li Sûrî qebûl nake?
Pêşî, em ne wisa axivî ne, lê me delîl û nîşan hene li ser tiştên li welat dibe, ku hêzên Rûsî sivîl û ketîbeyên Artêşa Azad armanc kirine, herweha Birîtaniyan bi awayekî zelal gotin deverên ji hêla hêzên Rûsî armanckirî ne 90% ji wan hebûna Rêxistina Daiş lê tune ye, û ev helwest ji rex aliyên fermî derket, ne tenê ji hêla Hevbendiya Sûrî ve derket, lêbelê gelek aliyên fermî ku kursîyek wan yê berdewam di Encumena Ewlehiyê de heye li ser mijarê axivîn, herweha Firensî jî li ser mijarê axivîn, Firensî bi Rûsyan re pir zelal bûn, dema ji wan re gotin eger çi destwerdaneke Rûsî çêbibe divê bi awayekî yekser û sereke Daiş armanc bikin, dûrî gulebarana sivîlan herin, alîkariyê di çareya pirsgirêka Sûrî û dûrxistina Esed û ne berdewamiya wî di fermandariyê de bikin.
Hemû tiştê ku bûye dide xuyakirin ku Rûsiya nêzî desthilatiya dagîrker e, lê wek ku diyar e, hevdîtina Viyêna ne destpêşiyek Emirîkî, Firensî, yan Rûsî ye, lê ew destpêşiya hemû dewletên di hevdîtinê de beşdar bûne, û Dî Mistora didî ku hevdîtina Viyêna nêzî mijara Girûpa Pêwendiyê derbarê Sûryayê ye, di dawî de wê danustendin bi vê destpêşiyê re li pêşinyarên Cinêvê bibe.
– Hîn Hevbendî li ser lêvegeriya daxuyaniya Cinêvê û biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2118 mîna bingehekê ji çareseriya siyasî li Sûryayê tekez dike, ku dibêje divê desteyek fermandar û veguhêz bi hemû desthilatiyê xwe rabe, cihê Esed û hevalbendê wî tê de tune be..lê wê helwesta Hevbenidyê çi be eger dewletên bi dosya Sûrî eleqdar in li ser gava hikûmeta veguhêz li hev kirin bi şertê mana Esed ta lidarxistina hilbijartinan li welêt?
Ji hêla me ve, em her dem li çareyan digerin, em ê li hêviya cureya destpêşiya ji hêla dewletên bi dosya Sûrî eleqdar in derkeve, û em dûbare dikin ku lêvegera me Cinêv e, ew tê wateya ku em çareya siyasî dixwazin, helbet ev nayê wateya ku çareyin dî tune ne, ji ber çareya siyasî du aliyên wê hene; diplomasî û leşkerî, carnan çareya siyasî 90% jê leşkerî ye, tenê 10% diplomasî ye, ev yek bi rewşên şer ve girêdayî ye, lewre eger destpêşî ne li gor nerînên milletê me û levegera Cinêvê be, ji mafê me ye em doza serastkirinê bikin, herweha ji mafê me ye, wek Hevrikî, doza piştgiriya leşkerî û locistîk ji hevalên xwe bikin, ta em tiştê li ser erdê biguherin, û di şerê hêzên rejîmê de berdewam bin, ta ku xwe ji milletê xwe re daxe.
– Tu guman dikî ku tirora berî rojekê ji hevdîtina Viyêna li Firensa xist, wê encamên wê yê nerênî der barê helwesta Firensî ya diyar ji rejîm û Hevrikiyê hebe?
Tiştê ku Li Parîsê çêbû cihê mixabinyê û diltezên e, û dema wê xerabtir e, ew berî civîna Viyêna bi rojekê hat, ku helwesta Firensî pir nêzîkî helwesta Hevrikiya Sûrî bû û helwestên çi dewletên Ewrupî, û ev yek di nerîna min de mîna cezayekê ji helwesta Firensî derbarê milletê Sûrî re ye,û kesên tirorist çi alav di destê rejîma Sûr de bin yan na, wan bi vê kiryara xwe ya kirêt xizmetî ji rejîma Şamê re kirin. Dibe ku ew hewldanek ji rejîm û hevalbendên wê be ji bo nerînekê bidin cîhanê ku li Sûryayê yan rejîm û yan Daiş e, di wê demê de tiştekî mentiqî ye ji hêla hindek dewletên Ewrupî ya xerab ji dêvla ya xerabtir hilbijêrin, û ev yek pir bi metirsî ye, lê em dibînin ku nerîna milletê Firensî û siyasetmedarên wan ji vê yekî hişyartir e ku bikevin xefka rêxistinên tirorist û kesên li dûv wan, tev ku hikûmetên Xerbê dikevin bin bandora raya giştî ya miletên xwe, lewre, dibe ku operasyonên wisa rolek nerênî li ser şoreşa Sûrî bike, û dibe ku bi awayekî piştgiriya rejîma Sûrî ya dibêje ez şerê tirorê dikim bike, û dibe ku ev operasyona tawankar û diltezên nîşanek e zêdetir be ku Daiş û rejîm du rû ji yek diravî re ne.
– Hevbendiyê berî niha ji hemû ketîbeyên şoreşê û Artêşa Sûrî ya Azad xwestibû ku rêz û hurmetê ji mafê mirovan re bigrin, û xwe di ser karvedanên neberpirs re bibînin, vêca helwesta Hevbendiyê ji Zehran Elûş serkirdeyê Artêşa Islamê ku sivîl mîna mertalên ademîzade li parêzgeha Şamê bikar anîn dema ew xistin qefesên hesinî li ser xaniyan çi ye?
Herhal, helwest û nameya me bo hemû ketîbeyên şervan û Artêşa Sûrî ya Azad derbarê pêwistiya pabendiyê bi belge û yasayên navdewletî ku bi rewşên şer eleqdar in diyar e, me ji destpêka şoreşê ta niha li ser vê yekê tekezî kiriye, lê em ji bîr nekin em di rewşeke şer de dijîn, dibe ku di şer de gelek şaşiyên mezin ji her du aliyên nakokiyê çêbibin, û di nerîna min de şaşiyên mezin ên ku rejîmê pêk anîne bi şaşiyên ku şoreşgeran yan hindek ketîbeyên çekdar pêk anîbin nayên berhevkirin, tev wilo jî em her dem zelal bûn, me digot ê ku şaşiyekê bike divê were destnîşankirin, herweha Hevbendiyê diyar kir ku xistina millet di hindirê qefesan de û danîna wan li deverên bumbebaran dibin karekî ji hêla exlaqî ve nayê pejirandin, û ne li gor tiştê ku milletê Sûrî ji bo wê derket, me helwesta xwe bi awayekî fermî ji bûyerê diyar kir, herweha Artêşa Islamê jî li tiştê ku kir vegeriya, û em guman nakin ku ev kiryar careke dî dûbare bibin.
-Tê gotin ku parastina Esed ne ji armancên helmeta Rûsî ye, lêbelê ew li pêkanîna cihê lingê xwe li ser Derya Spî digere, û Esed di lîstoka navdewletî de tenê Beydeq e. eger rast e wisa ye, çima Hevrikiya Sûrî hewl nade sûdê ji vê yekê bike, û destberiyan bide Rûsan ta dest ji wî Beydeqê xwe berde?
Bêguman armancên Rûsî yên diyar ji destwerdana leşkerî ya yekser hene, ew eşkere dibêjin, venaşêrin, destwerdana wan di Sûryayê de ne tenê bo parastina berjewendiyên wan yên aborî li Sûryayê tenê ne, lê belê li deverê bi tevayî, herweha daxwazeke wan ya dî heye ew jî dixwazin ji cîhanê re diyar bikin ku ew ji Emirika re mîna hempa ne, û çi liv û tevger li qada navdewletî derbarê deverê çêbibe divê haya Rûsan jê hebe, ji ber ew tewerê beramber in ji Emirika re, û divê hêzên navdewletî şêwra Rûsan di hemû tiştên ku li Sûryayê dibe bikin, û ev tişt hemû di riya destwerdana yekser pêk tê. Rûs di mijara Okranî û Sûrî de bi heman istratijiyê kar dikin, û ew ta astekê siyasatên xwe pêk tînin, û Rûs xweş dizanin ku Hevrikiya Sûrî bandora wê li berjwendiyên wê bi awayekî yekser tune ne, ew tenê ji herifandina rejîmê ditirsin, û dizanin garantiyên devkî tiştek in, û dema bi awayekî piratîk ji hêla rejîmeke li ser erdê heye têkilî dibin tiştekî dî ye, lewre Rûsya guh dide berdewamiya rejîmê , ne ji hezkirina wê, lê ji ber ew berdestiyek ji Hevrikiyê xurtir e, lewre dema Hevrikiya Sûrî dibêje ew ziyanê nagihîne berjewendiyên Rûsî li Sûryayê, ew sozeke hîn ji hêla Rûsan ve nehatiye cîbicîkirin ya ezmûnkirin, lê rejîm vê yekê li ser erdê pêk tîne, û Rûs li ser nerîn û rêbaza “şeytanê tu wî nas dikî, çêtir e ji firîştê tu wî nas nakî” kar dikin, li ser vê bingehê mana rejîmê û neherifandina wê berdestiyek rastîn ji berjewendiyên wan re ye, û ew guh didin mana rejîmê bêtir ji çîroka mana Esed weke kesayetî, vajî Iran ya ku cudahiyê naxe navbera Esed û rejîmê, ji ber herdu li gel rejîma Iranê pêwistiyek giring in.
– Di dema tu pirojeyên Netewî Kurdî li rex Partiya Yekîtiya Dimuqrat PYD li gor belgeyên ji hêla wan dertên tune ne, û tev wilo jî bi perçekirinê tên tawanbarkirin.. gello wê rewş çawa be di vê hevokê de “mafê milletê Kurd li gor belgeyên navdewletî” ya ku we di belgeya têgihiştinê de bi Encumena Kurdî re imza kiriye, gello wê tu kes di warê meydanî de qebûl bike, tevlî ku Hevbendiyê di belgeyên xwe de ev maf çesipandibûn?
Nisbet ji me re, çi tiştê ku di belgeya di navbera me û Encumena Niştimanî Kurdî de hatiye imzekirin, em ê wek Hevbendî, kar pê bikin, û guman dikim ku nerînên li ser hatine lihevkirin, gurzek ji nerînên pêwist in bo avakirina Sûryaya pêşerojê, û giring e her beşek yan pêkahteyek ji civaka Sûrî baweriya wî bi mana di Sûriyake yekgirtî de hebe, ji lewra divê her pêkhateyek mafê xwe wergire, û guman nakim jî ku tu kes dijî vî tiştî hebe, ji ber tevahiya milletê Sûrî pirsgirêkên wî tune ne, erkê me ye wek hêzên siyasî ku em millet hişyar bikin û ji wan re şîrove bikin, ji ber mirov dijminê tiştê ku nizane ye, lewre eger naveroka belgeyê di nav millet de hate şîrovekirin, tekez wê were têgihiştin, lê eger xumam li ser xalekê hebe, wê ew tirs li gel xelkê ji wê xala nediyar bimîne, ew tirs yekser radibe dema şîrovekirin û têgihiştina tiştin nezelal dibe, ji ber zaniyarî bi xwe pejirandin û qebûlkirina tiştan hêsan dike , herweha ji ber mafê mirovan jî niha Elfebeya siyasetê û avakirina civakan avakirineke dirust e, nabe merov li ser dewleta niştecîbûnê biaxive bê ku merov mafê wî neştecî misoger bike, û pirnetewî di civakan de rewşek saxlem e, ji ber bêtirîn dewletên dikarin tiştan pêk bînin, ew dewletên pirnetew in, çi ji hêla netew yan jî olê ve bin, mîna Birîtaniya, Elmanya û Siwêsra, ji ber ku dana mafan yekser bi pêşketin û geşepêdanê li welatên pêşketî ve girêdayî ye, û ezmûneya wan dewletan ji Sûrya pêşerojê re pir giring e.
– Kolana Kurdî edleca rêbazên xwendinê ku ji hêla Rêveberiya Xweser û partiya Yekîtiya Dimuqrat ve di riya nerazîbûn û xwepêşandana qebûl nekiribû, tu hewldanên wisa li deverên Erebî ji bo neqebûlkirina edlecê û milsilmankirina rêbazên fêrkirinê ji hêla şepolin siyasî ferzkirî hene, û helwesta we wek Tevgera Dadwerî û Avakirinê Ji tekrewî û şimûliya fêrkirinê çi ye, nemaze hûn ji hêla Emirika bi “Lîbaralên Misilman ên Netund” hatin binavkirin?
Bi rastî li deverên rizgarkirî ne yek desthilat berpirsa rêbazên fêrkirin ye, di nerîna min de ev tiştek demkî ye, hikûmeta demkî di vî warî de gavin baş avêtine, ta ku ev rêbaza nû li gor rêbazên nûjen be, û ne dijî pir-rengiya civaka Sûryayê be, beşek jê bi pirtûka Zimanê Kurdî ve girêdayî ye, û ev yek giring û istiratîjî ye, di pêşerojê de wê ev yek bi rewşa Sûrî derbarê rêbazên fêrkirinê ve girêdayî be, ta alîgirî, razîkirina vî beşî li ser hesabê yê dî tune be, kar dike ta her pêkhateyek ji civakê para xwe ji vê rêbaza ku wê bibe fermî dema aramî çêbibe wergire, divê em hewla pêkanîna vê hevkêşeyê bidin, em li rewşên awarte nenerin, û nekin bingeh, lêbelê divê em kar bikin ta ev rêbaz bibe neynika pêkhatiyên civakê li Sûryayê, û nûnerê hemûyan be, û ev yek ne zehmet e eger dewletek sivîl û pirnetew ava bibe, û hurmetê ji mafê hemû mirovan re ji hêla ol, regez û netew li tevaya Sûrya bigire.