Encûmena Parêzgeha Laziqiyê ragihand ewê Kampan ji bo Derbiderên ji ber Bombebarana Firokên Rûsî ya li ser Gundên Cebel Eltirkiman di rojên buhirî de reviyane ava bike.
Endamên Berevaniya Sivîl alîkarî ji bo Derbideran pêşkêş kirin û Çadirên wan li Gundên aram vegirtin, û ew li Çadiran belav kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê doh di Kongirekî Rojnamevanî de diyar kir ko êrîşên dijminane yên Rûsî bûn sedema kuştina 550 kesî ji 2977 Sivîlan piştî buhirîna 53 rojan li ser destpêka êrîşan, her wiha hejmara êrîşên firokên Rûsî gihaye 2943 di nav de sê Dibistan û 14 Nexweşxane û Fabrîkên Dermanan û yên Xwarinê bombebaran kirine.
Diyar kir ko êrîşên Rûsya li ser rêkxistina Daişê 6% derbas nekiriye. Lê para bêtir Sivîl û Artêşa azad bûn. Hem hişyarî da eger bombebarana Rûsî li ser Sivîlan berdewam bike dê Penaberî bêtir bibe.
Jêder: Hevbendî