Friday, May 9, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Imad Yȗsif: Aktȋvkirina Rola Xortan Di Çarçoveyȇn Encumena Niștimanȋ Kurdȋ De Ȗ Beșdariya Wan Di Çȇkirina Biriyara Siyasȋ De Pȇwîst e.

May 10, 2015
in Dîdara Taybet
Reading Time: 10 mins read
A A
Imad Yȗsif: Aktȋvkirina Rola Xortan Di Çarçoveyȇn Encumena Niștimanȋ Kurdȋ De Ȗ Beșdariya Wan Di Çȇkirina Biriyara Siyasȋ De Pȇwîst e.

Beșȇ Kurdȋ di nivȋsgeha ragihandinȇ ya Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ de, hevdȋtinek taybet bi ” Imad Yȗsif ” re, wek Hevrȇzkarȇ Giștȋ  yê Tevgera Ciwanȇn Kurd ku di kongirȇ Tevgerê yȇ Sȇyemȋn yê vȇ dawiyȇ lidar xistibȗn hate hilbijartin.

Deqa hevdȋtinȇ:

– Di destpȇkȇk de me dixwest tu ji me re li ser despȇka damezirandina Tevgera Ciwanȇn Kurd, ȗ mebest ji damezirandina wȇ biaxivȋ?

Tevgera Ciwanȇn Kurd di 12/3/2005an de,  di yekemîn salvegera Raperȋna Qamișlo de hat damezirandin, da em nerazȋbȗna xwe ji kar û pȇrabȗnȇn șofȋnȋ yȇn rejȋma Esed dijȋ milletȇ Kurd pȇk tȋne aktîv bikin, herweha bo vejandina giyanȇ tȇkoșȋnȇ di demekȇ de ku rejȋma Esed hewl dida hebȗna Kurdȋ winda bike, di riya yasayȇn  awarte, girtina çalakvanan, gemkirina devan bi destek ji hesin, ȗ bi taybetî wek egerek yekser qedexekirina wî ji çalakiyên bibîrana şehîdên 12 azara pîroz re.

– Ji dema damezirandinȇ ta destpȇka șoreșa Sȗrȋ, tevgerȇ çi çalakiyȇn berbiçav kirin?

Her çalakiyek ku rȇxistinek Kurdȋ di serdema xurtiya rejȋmȇ de pȇ radibȗ berbiçav bȗ, ji ber zordariya rejȋma Esed li ser deverȇn Kurdȋ dimeșand, lewre birêxistina tevgerȇ ji xwepȇșandanȇ re her sal di salvegera raperȋnȇ de ȗ aktîvbûna wê di gelek helkeftȇn netewȋ de, wek mangirtinên li pȇșiya avahiya Encumena Gel li şamȇ tiștine balkêş bûn di wê qonaxȇ de ku piçûktirîn çalakiya siyasî tawan bû. 

– Li gor tê dîtin tevgera we nêrînek wê ya siyasî jî  heye, boçûna we çi ye?

Tevgera Ciwanȇn Kurd beșek damezirȇner e ji Encumena Niștimanȋ ya Kurd, ȗ dibȋne pȇwist e ku rola ciwanan di wê çarçoveyȇ de hebe, ȗ beșdariya wan di çȇkirina biryara siyasȋ de jî diyar be, herweha Tevger xwe dibȋne beșek ji Hevrikiya Sȗrȋ û kar ji bo armanca pȇkanȋna  Sȗriyeke Fidralî , Berlemanȋ û pirnetew dike. 

– Tȇkiliyȇn we bi Partiyȇn Siyasȋ ȇn ku heman rȇbazȇ dişopînin çawa ne?

Tȇkiliyȇn me yên baş bi hemȗ partiyȇn siyasȋ ȇn kurd re hene, em hewl didin wan  peywendiyan aktȋvtir û bihȇztir bikin, di riya hevkariya meydanȋ re, em dixwazin tevgera me bibe hevgirêdanek civakî di nav tevhiya rêxistinên siyasî de .

 – ji ber ku hûn berȋ  șoreșa sûrî hebȗn ne wek tevgerên ciwanan ȇn bi șoreșȇ re çêbûn, Rola Tevgera we di destpêkirina livandina kolana kurdî, paşre re rêvebirina vȇ tevgerȇ ji çalakiyên şoreşê re li deverȇn Kurdȋ çawa bû?

Bȇguman, ezmȗneya șeș salȇn tevgerȇ  berȋ destpȇka șoreșȇ hȇzek bûn jê re derbarê kûrkirina nêrîn û ramanan, lewra me dikarȋbȗ bi geşbûna Buhara Erebȋ re di demeke kurt de xwe ji rewşa nû re pêk bînin, ȗ șoreșȇ di deverȇn Kurdȋ de di riya vexwenda bo yekem xwepȇșandana tevgerȇ li Qamișlo di 29/3/2011an de lidar xist ragihȋnin.

bi karȋna parastina serbixwebȗn û taybetiya kesayetiya xwe, tev kelemȇn pir yên di riwȇ wȇ de derdikietin, û çêbûna gelek hevrêzȇn nȗ di șoreșȇ de, tevgerȇ bi berdewamiya çalakiyan ȗ hevgirtina rȇxistinȋ, roj bi roj dikarȋbȗ xwe mȋna nȗnerekî rewa ji tevgera ciwanan re biçesipîne,

– Hȗn çawa rewșa xebata ciwanȇn kurd di vȇ demȇ de dinirxȋnin, ȗ çarenȗsa hejmara mezin ji hevrȇzên ciwanan yên di șoreșȇ de derketin çi ye, tȇkiliyȇn Tevgera we bi tevger ȗ rȇxistinȇn ciwanan re yên ta niha berdewam in çawa ne?

Hin ji hevrȇzên ciwanan ji ber girȇdana wan bi partiyȇn kurdȋ ve , an jî partiyan bixwe ew pêk anîbûn, wan tevgeran nikarîbûn bibin dengê ciwanan, pirȇn wan tenȇ kaxezek bikaranînê bûn di destȇ partiyan de, di dema danustendina bi Encumena Kurdȋ re, lewra bi derketina gelemșe û neberbiheviyê di rêxistina her yek ji wan partiyên ew çêkirine de, ew hevrêz jî neman .

Tevgerȇ hemȗ hewldana xwe bo yekirina tevgerên ciwanan ji berȋ du salan de bi amadekirina destpêşxeriyekê bi pȋvanin rȇxistinȋ kir, lȇ mixabin ji ber serhișkiya hindek hevrȇzan ku xwe nedan ber wan pîvanên rasteqîne û durist,  ew hewildan tȇk çȗ, ji ber xwesteka wan parkirina nûnertiyê bi lihevkirinê bû, bȇ ku mezinbȗna her rȇxistinekȇ li ber çav bê girtin.

-Çima Tevgera Ciwanȇn Kurd bȗ du tevger?

Bawer im nebȗna pȋvan ȗ rȇbazan ji rȇxistinan re di tevegra siyasȋ kurdȋ bi giștȋ de, ȗ di Encumena Niștimanȋ Kurdȋ  bi taybetî de, rewșa perçebȗnȇ di tevgera kurdȋ de gur dike, û nakokiyȇn kurdȋ vȇ yekȇ temam dikin, ku hin alî piștgiriya beșȇ dȗrxistȋ dikin dema kar di bin navȇ tevger yan partiya sereke de dike, ȗ eynȋ vȇ yekȇ di hindirȇ Tevgera me de jȋ çȇbȗ, dema ku hindek endam bo sedemin cuda hatin dȗrxistin, kar di bin navȇ Tevgerȇ de kirin, ji bo parastina ava rûyê xwe.

– Ti hewldana lihevegera we bi helkefta lidarxistina kongirȇ sȇyemȋn tune bȗ?

Em di kongir de li ser vê xalê bi dirjî rawestiyan, heta bi endamên ji sala 2005an de ji tevgerȇ hatine dȗrxistin, herweha kesȇn ku ji ber sedemin cuda dest ji kar berdan, me giringiyek taybet da wan, lewra me bangek bo vegera wan da, ji bilî vê jî me daxwaza tevlîbûnê ji her kesayetî û rȇxistinên xortan yên karîna wan ya kar heye kir, da em bikaribin  pȇșengiya tevgera ciwanan bi awayekî çalaktir bikin.

–  Ta çi radeyȇ tiștȇ ku di ragihandinȇ de li ser hebȗna gendeliyeke darayî di hundirȇ tevgerȇ de ȗ bi taybetî nȗnerȇn xwedan bandor rast e?

Em nikarin gelemșe ȗ gendeliya di hindirȇ Encumenȇn xwecihȋ ȇn bi Hevbendiya Hevrik ve girȇdayȋ ne bidin mandelȇ, ew encumenên ku rola Tevgerê di avakirina wan û paşre karȇ di wan de dibû mezin bû, bi hindek ji pȇkhateyȇn di tevgerȇ de girêdayî bûn, tevger derbarȇ vȇ pirsgirȇkȇ bi cidiyet û tundî rawestiya, komȋteke lȇpirsȋnê ji bo vê mijarȇ pȇk anȋ, tȇkilȋ bi aliyȇn elaqedar re kirin, ȗ ev pirsgirȇk destpȇka nakokiyan bȗ ku di encamê de hindek endam ji karên  bo wan hatibûn spartin hatin bidûrxistin.

– Tevgerȇ kongirȇ xwe bi awayekȋ eșkere ȗ bi amadebȗna mȇvavan di bin çavȇ ragihandinȇ de lidar xist, gello tu astengȋ ji we re ji tu aliyan derneketin, yan we rȇdan bo vȇ yekȇ stendibȗ?

Me ji bo lidarxistina kongir li ser xaka welat, xwe di ser hemȗ astengiyan re dȋt, me hemȗ pirsyariyȇn xwe bo vȇ yekȇ hilgirtin, me hemȗ partiyȇn kurdȋ bi hemȗ nerȋnȇn wan, ȗ Tev-Dem ȗ PYD jȋ vexwendin, ta niha tu astengȋ ji me re derneketine.

– Tiștȇn nȗ di kongirȇ weyȇ sȇyemȋn de çi ne, çi biryar jȇ derketin, çi cudahiya wȋ ji herdu yȇn derbasbȗyȋ heye?

Tiștȇ nȗ ȗ cuda di kongir de ew e; ku em di rûyê hemȗ yasa ȗ ȇrȋșȇn li ser ciwanan yên  hebȗn ȗ mana wan li ser xaka welat armanc dikin rawestiyan, me girȇdana xwe bi xak û nasnameya xwe ve, ȗ neqebȗlkirina xwe ji guhertina dîmoxrafȋ a rȇbazkirȋ di herȇmȇ de tekez kir, me bangawaziyek ji miletȇ kurd ȇ ji derve re, bo vegere ser xaka xwe ȗ dijȋ  pȋlanan rawese șand,  herweha me ji Tevgera Civaka Dimuqrat xwest ku biryara leșkeriya neçar rawestȋne, ȗ li rêkeftina Dihokȇ a ku bi Encumena Niștimanȋ Kurdȋ re girȇdabȗ vegere.

Herweha tevgerȇ baweriya xwe bi çareya fidralȋ  bo Sȗrya pȇșerojȇ  tekez kir, û me ji Civaka Navdewletȋ xwest ku pirsyarî û barê xwe hilgre ȗ berȇ xwe bide çarerkirina pisgirêka  Sȗryayȇ ȗ daxwazên gelê kurd pêk bîne.

– Ji bilȋ biryarȇn ku di kongir de hatin stendin, nerȋnin te yên taybet mȋna Hevrȇzkarȇ nȗ yȇ tevgerȇ ji pȇvajoya karȇ we re hene?

Helbet,  min di kongir de nerȋnek nȗ li ser rewșa tevgerȇ a rȇxistinȋ ȗ tȇkiliyȇn bi aliyên tevgera Kurdȋ ȗ ya ne kurd re jî pȇșkȇș kir, mîna hindek pȇșiniyarên pȇșxistinê  ku ez ȇ kar ji bo wan bikim, di destpȇkȇ de em bikin armanc ji xwe re ku em hundirê mala kurdȋ bi ser hev de bînin  , û rewșek aramiyȇ tȇ de peyda bikin, di riya tȇkiliyȇn  cȋgirtȋ ȗ kargehȇn kar re, herweha kar li ser aktȋvkirina rola ciwanan di Encumena Kurdȋ de, ȗ danîna bingehên danustendinȇ bi rȇxistinȇn cuda re.

– Jȇderȇn sponseriya darayî ji çalakiyȇn tevgerȇ re çi ne?

Tevger berî her tiştî karê xwe bi karînên xwe yên navxweyî di riya bexşan û alîkariyên endaman re birêve dibe, ȗ tevgerȇ bi gelek rȇxistinȇn xȇrxwaz ȗ sivȋl re tȇkilȋ  kirine bo çalakiyȇn bi sponseriya wan lidar bixin.

– Ji ber ku tevgera we aliyek damezirȇner e di Encumena Niștimanȋ Kurdȋ de, hȗn çawa li rola tevgerȇ ȗ ciwanan bi giștȋ  di hindirȇ Encumen de dinerin?

Tevlȋ amadebȗna mezin ji nifşê ciwanan re di kongirȇ Encumen yȇ damezirandinê de, lê mezintirîn hejmar di nav rêxistinên ciwanan de ya Tevgera Ciwanȇn Kurd bȗ ji ber nûnertiya wan bi 15 endaman bû, lȇ kongirȇ duyemȋn  mafȇ ciwanan xwar ȗ hebȗn ȗ çalakiyȇn wan tê de kȇm kirin, kongirȇ sȇyemȋn ȇ ku wȇ nȇzik lidar bikeve,  hȇviya me mezine ku ciwan tȇ de bi hejmarek aktȋv bin .

–  Tu çawa karȇ Encumen di vȇ qonaxȇ de dinirxȋne,  gello kongirȇ we behsa kongirȇ Encumena Niștimanȋ Kurdȋ ȇ were ku di demek nȇz de wȇ lidar bikeve kir?

Mixabin ku Encumen saw ȗ rastiya xwe di wȇneya ku niha pȇ xuya dike wenda kiriye, civatê xalȇn qelsbȗn ȗ xurtbȗnȇ ȗ deverȇn sistbȗnȇ  anȋn ziman, pȇșinyarin pȇșxistinê bo karȇ wȋ -Eger em vegeriyan cihȇ xwe yȇ serpiriștȋ di çarçovȇyin wȋ de –pȇșkȇș kirin.

– Her demekȇ hindek daxuyanȋ ji tevgerȇ derdikevin, bi dijwarȋ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ  derbarȇ  hindek mijarȇn bi pirsgirȇka Kurdȋ ve girȇdayȋ ne rexne dikin, ti nerȋn ȗ helwestên we yên ciyawaz di hundurê Encumena Niștimanȋ Kurdȋ de derbarê Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ hene?

Rast e em beșek ji Encumena Niștimanȋ Kurdȋ ne, ku ew jȋ beșek ji Hevbendiya Niștimanȋ ye, dibe ku Encumen çav ji hindek helwestȇn Hevbendiyȇ ji ber hindek sedem bigre, lȇ em wek tevgereke serbixwe rȇbaza berevaniya di ber pirsgirȇka Kurd de dimeșȋnin, ku ta niha Hevbendȋ  bi nezelalȋ lȇ dimeyzȋne, ȗ ji pirsiyariya xwe derbarȇ pejirandin û danpêdana bi mafȇ kurd direve.

– Çareya navdewletȋ bo rewșa sȗrȋ ȗ asoyȇn çareya pirsgirȇka Kurdȋ li Sȗryayȇ ber bi kû ve diçin?

Civaka Navdewletȋ hewl dide ku hȇza hemû aliyȇn nakok di Sȗryayȇ de bi riya şerê dijî hev qels bike, ta niha tu gavȇn cedȋ bo çareseriyȇ navȇtine , ew hewldanȇn sist ji hȇla wan de tenȇ bo dirȇjkirina temenȇ kirîzê ye, ȗ pirsgirȇka Kurdȋ beșek ji çareseriya giștȋ ji kirȋzê re ye, rengên çareseriyȇ li gor sȋnaryoyên pȇșerojȇ tȇn guhertin.

–  Gotineke dawȋ.

Spasiyek germ ji were, em wek Tevgera Ciwanȇn Kurd, hȇvȋ dikin ku milletȇ me bi jiyanek azad ȗ birûmet  ku ti cureyȇn zordariyȇ tê nemînin şad bibe . 

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Encûmena Niştimanî Kurdî Piştgiriya Serhildana Mehabadê Li Qamişlo Dike Û Esayişa PYD Çar Xortan Digire

Encûmena Niştimanî Kurdî Piştgiriya Serhildana Mehabadê Li Qamişlo Dike Û Esayişa PYD Çar Xortan Digire

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.