Di heman dema karê şoreşgerî de, kesin li ser xakê hene ku karekî ne kêmtir ji yê wan li hundirê welat û li welatê xerîbiyê dikin, û komeleyên xêrxwazî jî ji wan in, yên ku bizaveke xurt dikin ji bo dabînkirina pêdawîstiyên penaberên Sûrî li welatên derdor.
ji bo ku em liser kar û çalakiyên van aliyan rawestin, beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ev dîdara taybet bi serokê komelgeha Elnûr” ya Sûrî doctor Mihdî Dawid re kir.“
Gelo we çi armancên xwe yên ji bo wan kar dikin pêk anîne û çine yên we nikarîbû wan pêk bînin?
Bi rastî wek serhejmareke kurt, em dikarin bibêjin ku me di sala bûrî ya 2015an de, dikarîbû alîkariya zêdî 8 milyon sûrî bikin, bê guman ev di warê xurdemenî û paqijî û derman û pêdiviyên dibistanan û warê tendurustî de, her wiha dabînkirina arvan ji nanpêjgehan re, û tiştên têkildar bi pirojeyên geşepêdanê, wek kolana bîran û dabînkirina cihên civandina avê, ev di warê hundirê welat de, her wiha li Turkiyê em xizmetguzarî û alîkariyên têkildar bi warê hînkirinê û hawarçûnê didin, û giringiyek mezin didin ji bo warên geşepêdana demdirêj.
Gelo we dest bi pilanên siberojê, yên di rêziknameya navxweyî ya komelgehê de hene kiriye, anjî hîn di qûnaxa vekolînê de ne?
Ji destpêkê de û tevlî ku me bi xelekeke pir teng dest pê kir, lê berfirehkirin di bala me de ye, û ji îsal de em di bizaveke xurt de ne ku em nemînin komelgehek li ser asta navxweyî tenê, lê em navxweyê derbas bikin, ji bo xêra xelkê, û em bi hêvî ne ku komelgeh bibe li ser asta navdewletî di riya jinûve-rêxistina rêveberî, da em ji berê çalaktir bin, ji bo hêsantirkirina danûstandinan bi dezgehên navdewletî re, yên ku heye alîkariya me di armancên me de bikin.
Em dibînin ku hûn karê xwe li ser asta hundir û derve berfireh dikin, hûn çawa dikarin bi tena xwe vî karî bikin anjî hin alî hene pişta we digrin di vî karê we yê xêrxwazî de?
Wek di detpêkê de me got, me ji xelekeke pir teng destpê kir, û me xwebixwe wek Sûrî xwe ava kir, û hinbihin me karîbû di demeke kurt de, bibin kartêker û em xwecihîbûnê li paş xwe bihêlin, piştî ku me karîbû bêdawîstiyên giring ji gelek xelkan re dabîn bikin, û ana alî û kesayetiyên piştgir ji derdeserî û êşa gelê Sûriyê re hene, û ji wan jî saziyin tirkî, û dezgehin navdewletî jî, ku bi saya wan me karîbû karê xwe berdewam û berfirehtir bikin.
piştî şopandina karê we, me naskir ku hûn di gelek waran de kar dikin, wek yê tendurustî, hawarçûnê, hînkirinê, geşepêdan û rewşenbîriyê, gelo hûn çawa dikarin van çalakiyan tevan bi hevre bikin, mîkanîzma karê we yê di van waran tevan de çiye?
Ji aliyê war û doseyên ku em di wan de kar dikin, rengek ji dabeşkirinê li gor taybetmendî û pisporiyê heye, û rêveber û ofîseke taybet ji her beşekî re heye, û li gor wê karê xwe dike, di heman dema ku rêveberiya encuman bi karê şopandinê û girêdana van beşan tevan bi hev radibe, ji bo berhevkirina van beşan tevan û temamkirina kar di nav wan de, ya ku di dawî de ji yek armancê re ne, ew jî gihandina sûdeyê ji xelkê re di hemî waran de, û dabînkirina pêdiviyên corbecor ji wan re, çi li derve bin çi li hundir bin.
Der barê nexweşxaneyên meydanî, gelo şaxên we li piraniya bajarên Sûrî hene? Anjî tenê li deverên nêzî sînorê Tirkiyê hene?
Ji aliyê nexweşxaneyên meydanî de, bi rastî em rêveberiya wan nakin, lê em alîkariya damezrandina wan dikin, her wiha dabînkirina pêdiviyên serekî jî ji wan re dikin, û em hewl didin ku em hemû kêmaniyên wan, ji heyberên ji wan re gerek di operesyonên niştegerî û çareserkirinên destpêkî dabîn bikin.
Hûn çawa dikarin çûnûhatina xwe di hundirê Sûriyê de bikin, di dema ku girûpên leşkerî yên nakok û dijberî hev jî li hin deveran hene?
Sebaret bi çûn û hatina me di hundirê Sûriyê de, em pala xwe didin ser Sûriyên li hundir, anjî ew kesên ku em dixwazin ew alîkarî bighên wan, û em wek komelgehek xêrxwazî, em di warê mirovahî de kar dikin û ne îşê me ye ku em pişta aliyekî dijî aliyêkî din bigrin, û em bi yek çavî li hemî girûpên çekdar yên li ser xaka welat dinerin, lewra ta niha tu astengiyên ji qestî ji tu alî çênebûne, ji bilî hin zêdegaviyin tekane û ew jî li gor tevlîheviya ku li seranserî welat ji zêdî 4 salan de çêbûye tê qebûlkirin.
Yek ji çalakiyên ku we kirine, we bîranîna komkujiya şewata Amûdê ya ku 220 zarok têde bûn qurbanî li dar xist, gelo we karîbû derdeseriya kurdên Sûrî di dirêjahiya dema berî şoreşê de bighînin hemî beşên civaka Sûrî?
Em ne zêde dibêjin gava ku em bêjin em ne tenê çalakiyên demdemî yên ku li Sûriya tevî dibin dikin, û ji wan jî sînema Amûdê, û paşre zindana Hesekê û serhildana Qamişlo 2004, lê em bizavê dikin ji bo nehêlana ew cudabûna ku partiya Elbe’s di nav Sûriyan de çêkiriye, û em bizaveke xurt dikin di riya çalakiyên li pey hev, yên ku komelgeha me dike, ku em insanên Sûrî bi giştî û zarokan bi taybetî ji regezperestî û nerînên teng û nelihevkirina ku hevwelatiyên Sûrî li ser xwedî bûne di bin siya rêjîma be’sî de di salên berê de azad bikin, û di riya çalakiyan re em dixwazin hemî aliyê Sûriyê bigihînin hev, û em kar dikin ji bo bandora zikreşiya ku rêjîmê çêkiriye û partiya Be’is ew çesipandiye nehêlin.
Der barê dabeşkirina sepetên xwarinê li hundir û dervey welat, gelo we karîbû wekheviyê di dabeşkirinê de pêk bînin, di dema ku newekheviya dabeşkirinê arîşeyek e li cem piraniya komelgehên hawarçûnê? û we çawa karîbû wê wekheviyê pêk bînin?
Der barê nexweşiya newekheviya dabeşkirinê, tiştê herî ne xweş di vî warî de ku em carinan tûşî lihlih û daxwazên xelkê û dilbijîna bi destxistinê li rex wan dibin, bêhtir ji newekheviya li cem karmendekî hawarçûnê heye, û wek tê zanîn ku newekheviya belavkirinê salixikî kirête di civakê me de, lê hemd û spas ji xwedê re, em karîbûn ji vê nexweşiyê rizgar bibin di riya danustandin û hevkariya me ya berdewam bi dezgehin navdewletî yên bi paqijiya karê xwe û zelaliyê navdarin, û pisporin di nirxandina demikî û ya dûmahî jî, piştî her qûnaxeke karê ku em dikin.
Ji kerema xwe re, hûn dikarin behsa mîkanîzma ku we pê di pirojeyê xwedîkirina sêwîyan de kar kir bikin?
Sebaret bi mîkanîzma kar di warê xwedîkirina sêwiyan de, serhejmarin û lîsteyek bi navê hewcedarên piştgiriyê li deverên corbecor ji Sûriyê li rex ma hene, û dema kesê dixwaze bexişdanê bike, û nêta xwe ya beşdariya di vî karê xêrxwazî de radighîne, em navên deverên ku ew dixwaze wê bexşîna xwe lê bike didin wî, û ew azade di helbijartina deverê de her wiha bexişdar dikare belgeyên heyvane, anjî fotograf an perçevîdyoyan bi dest xwe ve bîne, û ew dikare yekser jî têkiliyê bi kesê sêwî re anjî mirovên wî re di riya telefonê anjî alavên peywendiyên civakî bike.
Gelo hîn pirojeyê nanpêjgehan lidar e, yan jî rawestiya, û çine ew karên hûn tê de berdewam in di vî warî de?
Pirojeyê firinan hê jî berdewam e, û nan ji xelkê re bi nirxin pir kêm li hin deveran tê dan, û her wiha bê pere jî ji hin kesên hewcedar re tê dan, û bê guman piştgirî ji rêxistinên navdewletî tên, û niha ew firin nêzî 30 hezar kîsên nan rojane berhem didin, û xalên dabeşkirinê yên niha evin: kampa Selah Edîn ya ku 600 malbat lê tê piştgirtin, û kampa Sedqa Taş û kampa Elîxai, ew jî piştî derbederbûna xelkên Çiyayê Kurdan û Çiyayê Turkmanan ji encama bumbebarana berdewam li ser herêmên wan ji aliyê hêzên rêjîmê û balefirên Rûsî.
Giringtirîn mijarên ku hûn guh didin wan çi ne, û çi ne pêdiviyên pêwîst yên ku hûn dixwazin li kampan dabîn bikin?
Pêwîstiyên sereke ji kolandina bîran dest pê dikin, û dabînkirina baredoxên guncayî ji bo hînkirinê û pêkanîna wan bi şêweyekî tekûz wek cih û pêdiviyên dibistanan ji şagirt û xwendevanan re, û paşre pêşkêşkirina sepetên xwarinê û yên tendurustiyê ji nişteciyên wan kampan re, û piştgiriya saykolocî û derûnî ji kesên tûşî hejandinên derûnî yên dijwar bûne, û rêkûpêkirina jiyana xelkê di riya vekirina senterên rahênan û bikarînkirinê wek korsên pîşeyê tezî-zanînê wek mînak, û sûdewergirtin ji karînên wan yên berhemdanê di kampan de.
Di dawî de em spasiya we dikin li ser vê derfeta ku we da me ji bo ronîkirina karê komeleyê.