Tevlî derdeserî û bobelatên cengê li Sûriyê, hîn jî mirovê Sûrî tiyê azadiyê û rizgariya ji bendên stemkariyê ye, derbarê wê lehengiya gelê Sûriyê li hember wê wêraniyê, beşê kurdî ji ofîsa ragihandina Hevbemdiya Niştimanî ev dîdar bi wênesazê teşkîlî Selah Hemîd re çêkiriye.
Tu wek hunermendekî ji nişteciyên parêzgeha Helebê , çi nerîna teye derbarê wêraniya ku Rêcîma Be’is li bajarê Helebê dike? Û çi bandora wê li ser te heye wek hunermendekî?
Ji bo ku em mafê parêzgehên din kêm nekin, divê em bêjin ku Heleb xuşka Idlibê ye di êş û azaran de, û Heleb jî wek hemî parêzgeh û deverên din e, di baweriya min de kîna Rêjîmê li ser wî bajarî, ji ber rola wî ya ciyografî û abûrî û geştûguzariyê ye, û rola wê ya mezin di warê pîşesaziyê de jî sedemek ji yê ku Rêjîm agirê kîna xwe lê gur dike, ji lewra para wê ji wêraniyê mezintir bû, û kî zane? Heye ku Rêjîm dixwaze xwe ji vê navenda cihê dilnearamî û tirsa wî ye rizgar bike, ji tirsa ku ew parêzgeh ji bin kontirola wî di siberojê de derkeve.
Li hember vêqa wêranî û serkutkirina ku ji berî 5 salan ve ji hêla rêjîmeke setemkar ve dibe, tu derbarê xurtiya viyana gelê Sûriyê çi dibêjî?
Di baweriya min de , berxwedana gelê Sûriyê nimûneyek e, kêm wek wî hene, û divê em bi hurmet beramber wî rawestin, û welatên derdor ders û ibretan di mêraniyê de jê wergirin, ku tevlî hemî bobelatên hatine serê wî, ew di ber rûmet û azadiya xwe de têkoşînê dike, û ez dibêjim ku 5 salên bûrî têrê dikin ku ji me re bêjin ku mirovê Sûrî yê ku şaristaniyek wî ya dûr û dirêj di dîrokê de heye, sertewandin û çogdanînê napejirîne çendî rêjîma stemkar dirêj bike, ji ber ku rûmeta wî resen e û li rex wî di ser her tiştî re ye.
Li gor nerîna te û xwendina te ji dîroka stemkarên cîhanê re, tu cihê Esed di nav wan serok û diktatoran de li ku dibîne?
Ez dibînim ku ew di pileyên bilind ji setemkariyê de ye di nav xwînrêjên cîhanê de, Nîron dema Roma şewitand ewqas tirs nexist dilê xelkên wê de tevlî hemî tewankariya wî, lê xwediyê felsefeya” yan divê Esed bimîne yan emê welat bişewitînin- yan ez yan ne tu kesê din”, teror xist dilan de, ew hewil dide ku giyanê welat û tiştê mayî ji avahiyên wî bişewitîne.
Tu wek hunermendekî têkiliya te bi hunermendên Tirkiyê re heye, gelo guhdana wan bi kêşeya gelê Sûriyê, dûrî helwesta desthilata Tirkiyê û siyasetên wê bala te kişandiye?
Na min ti guhdan ji hêla wan ve nedîtiye, bi taybetî hunermendên teşkîlî, dibe ku sedema wê ew e ku pirê hunermendan layengirên partiyên rikberiyê ne û ne ji partiya Dad û Geşepêdanê ne, û ew partî ji destpêkê de ne dilxwazên şoreş û kêşeya gelê sûriyê ne.
Di nerîna te de, opozisyona sûriyê bi giştî çima nikariye bi ser bikeve, û gelo hunermendê Sûrî kariye êş û azarên gelê xwe bigihîne cîhanê?
Di nerîna min de opozisyona Sûriyê nikariyr hikûmeteke rastyeqîne ava bike, ku karibe xwe bike berdêl ji rêjîma Esed re, hikûmeteke ku tevaya pêkhate û nijadên Sûrî tê de hebin.
Hunermendê sûrî dûrî karê şoreşgerî ye, ji lewra em dikarin bêjin ku kêmaniyê wî jî hene, û kêmanî derheqî wî jî de dibin, ji ber ku ew jî wek her mirovan hewcedarî alîkariya madî û derûnî ye.
Pirseke dawî, çi pirojeyên we yên hunerî yên der barê derdeseriya gelê Sûriyê, çi yên li hundur bin an jî li penagehan û welatên xerîbiyê bin hene?
Ji ber ku hunermend dûrkirî ye wek me got, ez dibêjim ku kopîkirina ketwar û rastiya li kolanê, hinekî dijwar e ji hunermendê teşkîlî re, lê hunerên din ez dibînim ku ew kartêker û bi bandor in.
Ez li ser xwe bêjim, ez yek ji wan kesên derbeder bûn yên ku felek li serê wan geriya, min dijîtiya ketwarê bi dirêjiya heyvan kir, ew bû karê me ji destpêka şoreşê de, û veguhestina min ji ketwar û rastiyê re di riya tabloyên min re bû, yên ku her û her derdeserî û bobelatên Sûriyî diyar dikirin.