Derbarê serdana şanda peywendiyên derve ya Encumana Niştimanî Ya Kurd bo Waşintonê, her weha vekirina ofîseke Encuman li Almanyayê, û pêşhateyên li ser asta Sûriyê û bi taybetî rewşa Kurdî, û sedemên pirkirin û gurkirina PYD ji êrîşên xwe re dijî Encumana Kurdî, û êrîşên wan ên li ser pêşmergên “Roj” li Şingalê.
Ji bo zanyariyan li ser tevaya van mijaran , beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, ev dîdar bi birêz Siyamend Haco, endamê komîta peywendiyên derve ya ENKS, û serokê Şepêla Pêşeroja Kurd re pêk anî:
Naveroka hevdîtina we ya dawî digel berpirsiyara dosya Sûrî xanim Danyêla Şlîgil ya nivîsgeha şêwirdara Elmanî Encêla Mêrkil li Berlînê çibû?
Vexwendinek fermî ji hêla nivîsgeha şêwirdara Elmanî Encêla Mêrkil ji min re hat, ji bo zanîna rewşa Sûrî ya dawî bi giştî û encamên siyaseta tiroristî ya dawî ya Pertiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD û milîtanên wê derheqê miletê Kurd de li Sûriyê, ji revandina serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî û kadirên wê, û revandina xortan bi behaneya leşkeriya neçar, û şandina wan bo şerê Reqayê, û girtina nivîsgehên partiyên Encûmena Niştimanî Kurdî û yên partî û rêkxistinên wê û sotandina hinekan ji wan bi amanca tunekirina jiyana siyasî li herêmên Kurdî li Sûriyê, ew hevdîtin erênî bû, û rengek ji rengên piştgiriya Encûmena Niştimanî Kurdî û siyaseta wê bû.
Gelo we behsa gewherê kêşeya Kurdî bi giştî li Sûriyê kir, dûrî kirdeyên PYD?
Ev ne hevdîtina yekê ye digel nivîsgeha şêwirmenda Elmanî ya ko bi piştgiriya xwe ji kêşeya miletê Kurd û siyasetên Encûmena Niştimanî Kurdî û helwestên wê re naskirî ye, her weha ew baş rewşa Kurdî li Sûriyê dizanin, lê ev hevdîtin beşê mezin jê taybet bi siyasetên teroristî yên dawiyê yên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD û milîtanên wê bû.
Berê jî hûn bi Birêt Makgork re şanderê serokatiyê yê taybet bo şerê DAIŞê li avahiya wezareta derve ya Emerîkî rûniştibûn, hûn çi ji Emerîka texmîn dikin piştî ko DAIŞ tune bike bi taybetî li Sûriyê?
Tiştê di van hevdîtinên li Emerîka digel berpirsiyarên Emerîkî ji me re xuya bû, ko pêşindeyin Emerîka yên destnîşankirî li Sûriyê hene, û nuha ew jî şerê rêkxistina DAIŞa tirorist e, û ev piştgiriya ko Emerîka ji YPG re pêşkêş dike li gorî van pêşindeyan e, û dibe ew alîkarî demkî be heta şerê xwe li dijî DAIŞê bidawî bike. Paşre wê hemû piştgiriya leşkerî ji ser YPG bibire, û dibe li ser xakê şerê wan jî bike, û tiştê vê gotinê bicih dike ew e ku heta nuha Emerîka piştgiriya wan ya siyasî û diblomasî nake.
Gelo Makgork di hevdîtinê de cidî bû, dema soz da ku ewê hewil bide nerînan nêzîkî hev bike ji bo vegera Pêşmerge wek hêzeke têxwestin ji bo şerê DAIŞê?
Ez bawer dikim ko Emerîkî bi sozên xwe re derbarê vegera Pêşmerge cidî ne, û bi taybetî bo paşeroja Sûriyê, û têkiliya vê mijarê bi berjewendiyên wan yên dûr re li deverê.
Şanda Encûmenê li Emerîka di herdu maseyên girover de yên ko navenda “Peymangeha Emerîka Ya Aştiyê û navenda Baybar Tîzan” rêkxistin kiribûn beşdar bû, tu dikarî bi kurtî ji me re li ser giringiya herdu hevdîtinan bipeyivî?
Sê navend bûn ne dudo, (Atlantic Council) jî, sê tewerên sereke yên giring bo gengeşeyê hebûn, ji wan vegera Pêşmerge û giringiya wan ji bo paşeroja Sûriyê û rola Pêşmerge di parastina Kurdan û jiyana siyasî de li herêmên Kurdî û parastina aştiya milî, û tewerê duyem rewşa herêmên kurdî li Sûriyê û siyasetên tiroristî yên ko Partiya Yekîtiya Dîmuqratî PYD û milîtanên xwe dikin, û rola wan ya neyînî di jiyana siyasî û civakî de, û tewerê sêyem li ser helwesta opozisyonê ya neyînî ji kêşeya kurdî li Sûriyê bû.
Emrîkî li gor daxuyaniyên wan, piştevaniya fedralîzmê dikin, lê ew dibêjin ku divê rêkeftin di nav gelê Sûriyê de li ser vî şêweyî çêbibe, pirs ew e gelo wê çawa partiyên totalîtar vî şêweyî qebûl bikin?
Siyaseta Emerîka derbarê rewşa Sûriyê bi giştî li ser bingeha berjewendiya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ye, û ewê di dawiyê de biryarê li ser pêşeroja Sûriyê bide, ji ber vê yekê divê siyasetmedarên Kurd zanibin ku berjewendiya gelê Kurd tiştekî sereke ye û divê doza Kurd ji karên wan yên pêşîn be û karibe baweriyê li cem dijberiya Erebî çêbike derbarê mafên netewî yê gelê me, û bi hemû şêweyan van mafan li ser bingeha hevpişkiya niştîmanî di maf û erkan de biçesepîne, û karibe bawriyê derbarê fedralîzmê li cem wan çêbike wek şêweyekî ji şêweyên desthilatê li Sûriyê, ya ku li gor surişt û taybetmendiya gelê Sûriyê tê, herwiha wê fedralîzm baştirîn çareya siyasî be ji pêşeroja Sûriyê re, û ne tenê ji bo Kurdan, û bêyî wê dibe ku Sûriya perçe bibe.
Piştî erêkirina Wezareta Derve ya Elmanyayê li ser vekirina ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurdî li Berlînê, gelo giringtirîn çalakiyên we li wê ofîsê dê çi bin? Û çi giringiya vê ofîsê ji aliyê dîplomasî û siyasî ve heye?
Ev ofîs dê wek piştevan be ji Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştîmaniya Kurdî re û dê alîkar be ji bo berfirehkirina pêwendiyên dîplomasî û diyarkirina projeya Encumena Niştîmaniya Kurdî ji raya giştî ya navdewletî re.
Bi nerîna we sedema girtin û şewtandina ofîsên Encumena Niştîmaniya Kurdî û partiyên wê vê dawiyê ji aliyên baskên leşkerî yên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê çi ye?
Ez bawer dikim du sedemên sereke hene: ya yekê ew e ku tevgera Hêzên Pêşmergeyên Roj li ser sînor ku nehişt proje û ejindeyên rejîma Îranê û ya Sûriyê derbarê yekirina mihwerên xwe li Şingalê têk bir, herwiha rawestandina qaçaxiyê li ser sînor û durstkirina şêweyekî ji fişarê li ser serkirdeyên Herêma Kurdistanê. Ya duyem serdana fermî ya Encumena Niştîmaniya Kurdî bo Waşinton bû, herwiha tevgera dîplomasî ya ENKSê, û vê yekê hişt ku karvedaneke nebaş li cem PYDê çêbibe.
Sedema êrîşkirina Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê li ser sengerên Pêşmergeyên Roj li devera Şingalê çibû?
Swedem ew e tirsa wan ji derbasbûna Pêşmerge bo deverên Kurdî li Sûriyê, û birîna rêya qaçaxiyê ya ku PKKê bikar tîne, û nameyeke haydarkirinê ji me re bû.
Nûneratiya Encumena Niştîmaniya Kurdî di 5ê meha derbasbûyî de daxwza vekişandina hêzên PKKê ji Şingalê kir, gelo hun hêviyê ji vê partiyê dikin ku lêborînê derbarê kiryarên alîgirên xwe bixwaze?
Ez bawer nakim ku ti coreyê hêviyê di Partiya Karkerên Kurdistanê û şaxên wê de li tevahiya Kurdistanê hebe, ev partî ji destpêka avakirina wê de siyasetên wê li dijî gelê Kurd û xwestekên wî ne, û her kesê ku hêviya wî di projeya vê partiyê ya netewî hebe ew di xewn û xeyalan de ye, lê berûvajî, ev partî projeya netewî ya Kurdistanî têk dide, û ejndeyên rejîma Îran û Sûriyê û berjewendiyên wan û tevahiya dewletan pêk tîne, ji bilî berjewendiya Kurdî.
Piştî dana bi sedan qurbanî ji ciwanên Kurd, hûn çawa radestkirina gundên Minbicê bo hêzên rejîma Sûriyê ji aliyê PYDê ve dibînin?
Em wek Şepêla Pêşeroja Kurd berya niha û berya radestkirina Minbicê bi mehekê, me ragihand ku milîsên Partiya Yekîtiya Demoqratîk dê deveran rizgar bikin û radestî rejîma Sûriyê bikin, û rêkeftinek di navbera wan de heye di tevahiya deverên ku PYDê bikeve nav de, û ev yek helwesta me ya diyar ji vê partiyê diyar dike, partiya ku ejindeyên rejîma Sûriyê pêk tîne û bi hezaran ji ciwanên Kurd direvîne û wan di cengên rejîmê de dike leşker, herwiha milîsên vê partiyê bûne destê ewlehî yê rejîmê li hemû deveran, û bi taybetî li deverên Kurdî, ku bûye hêzeke tirsa rasteqîne li deverên me, û dever ji xelkên wê vala kiriye.