Efserekî Îranî û sê Endamên Hêzên Esed bi bombebarandina Bermîlên teqîner li ser bajarokê Erzê li Herêma Gundê Hemayê bi şaşitî hatin kuştin.
Herweha Artêşa Azad bi mûşekên Girad Firokxana Hemayê ya leşkerî amanc kirin, hem jî sê turumbêlên hêzên Esed bi çekan barkirî li ser Cudarêka Gundê Şehta li Deşta Elxab têk birin.
Herweha pevçûn di navbera her du aliyan de li ber Rêbenda Ta´ûne nêzîk bajarokê Eqreb li Herêma Gundê Hemayê çê bû, beraber jî pênc sivîl ji malbatekê Dê û çar Zarok li bajarokê Elcumle li Herêma Gundê Hemayê bi bombebarandina Bajarok bi derbên Tangan hatin kuştin.
Herweha Hilîkopterên rêjîma Esed Bermîlên teqîner bi ser Herêma Elziwar Rojavayê Bajarê Tîbet Elîmam li Herêma Gundê Hemayê de berdan, lê tu kes nehat kuştin.
Jêder: Hevbendî