Îro, di teqîneke dubare de Erebeyek bumbekirî li pêş dibistanekê li Taxa Ekreme Elmewalî li bajarê Himsê teqiya, di encamê de 20 qurbanî ji zarok û sivîlan ketin û 40 kes birîndar bûn. Teqîna Yekem li dibistana Ekreme Elmexzûmî di dema derbasbûna erebeyek leşkerî li cihê teqînê bû, yê ajovan nasnameyek leşkerî pê re hebû, dûv re berê xwe da deriyê dibistanê yê Başûr û teqîn çêbû, piştî kombûna xelkê ji bo dilê xwe li ser zarokên xwe bixin cih de teqîna Duyem çêbû, vê yekê hişt hejmara kuştî û birîndaan duqat bibe.