Duhî di şer û pevçûnan de, artêşa azad 10 serbazên hêza Esed û çekdarên Hizublaha terorîst kuştin, herwiha tevahiya xalên leşkerî yên li derdora bajarokê Esal Elwerd û gundê Elciba kontrol kirin piştî bordomankirina rêbenda Elmersed û rêbenda Elbehton, herwiha hejmareke din ji serbazên Esed û çeteyên Nisirulah li çiyayê Qelemon hatin kuştin. Li aliyekî din li Libnanê girûpeka artêşa Libnanê, girtin ser Kampên penaberên Sûrî yên li Ersal li rojhilatê Libnanê, û nêzîkî 200 kesê penaber desteserkirin, paşî agir berdan xêvetan ku bû encamê mirina zarokekî û hin penaber bi sedema dûyê agir rastî bihinçikandinê bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn. û derbarê vê yekê Nesir Elherîrî sekertêrê Hevbendiya Niştimanî bi tundî ev kiryar şermezar kir û bi riftarek neberpirs dazanîn û got ku:” ev kiryar herûher hevdem in ligel şikestinên Hizublaha terorîst li eniyên şer, û îro jî bi pêşdeçûnên artêşa Azad yên diyar re li navçeya Qelemon van reftarên çepel dike, ku ev reftar bi hîç awayekî û ne ji dûr û ne ji nêzîk xizmeta aramî û ewlekariya niştimanî û siyasî û civakî li devera rojhilata Erebî nakin”. herwiha daxwaza”serbest berdana desteserkiriyan û vekirina lêpirsîn û lêkolînê derbarê van destdirêjiyên berdewam dibin, û herwiha encamderên van kiryaran bidin ber yasa û dadkirinê, ji bona careke din dubare nebin”.
(jêder: Hevbendî)