Daxuyaniyek Rojnamegerî
Xalid Elsalih
Serokê Nivîsgeha Ragihandinê Di Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûrî
26ê Êlûnê 2014
Îroj roja salvegera kuştara hovane ku rejîma Esed û bi alîkariya Mîlîşiyên milîperest li taxên Elcûra û Elqisûr li bajarê Dêra Zorê sibeha roja Çarşembê 26ê Êlûnê 2012 bikar anîn, 350 kes bikuştinek meydanî bi fîşek û çekên neşterî, piştî girtina bi ser bajêr de şehîd ketin, di nav wan de zarok, jin, û kalemêr jî hebûn.
Ev kiryarên tirsok piştî kuştina şoreşgeran ji serokê helmeta leşkerî dijî taxa Baba Emir li Humsê di dawiya sala 2011an de Elî Xuzam ê tawankar,ku piştî gihandina wî li Dêra Zorê bi rojekê hat kuştin.
Di heman dema kuştarê de, balefirên rejîmê avahiya nifûsê di dema civîna hejmarek ji serkirdeyên Artêşa Azad, çalakvanên şoreşê, ragihêner, û mafnasan bumbebaran kir, di encamê de 40 kes şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn.
Bi navê Hevbendiya Niştimanî, gerimtiriîn behîdarî ji hemû xelkên şehîdên ku di riya şoreşê de ketin pêşkêş dikim, tekez dikim ku em kuştarên Esed di derheqê milletê me de li hemû deverên Sûriyayê jibîr nakin, û em jibo pêkanîna armancên vê şoreşa pîroz di azadî, dadwerî, û rûmetê de berdewam in.
Di dema em azarkêşana milletê Sûrî, bi kuştar, girtin, penaberî, û koçberî ku nêzîk wê derbasî sala çaran bibe di bîr de tînin, em ji hevalbendiya navdewletî daxwaz dikin ku operasyonên xwe yên leşkerî firehtir bikin ta ku sedema sereke ji vê azarkêşanê re têkeve ber wan êrîşan de, û ew jî rejîma Esed û mîlîşiyên pê ve girêdayî ne.