Nûnera Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Nerwêcê Henan Elbelxî tekez kir; Nerwêc ji welatên Iskendinavî û Ewrupî yên giring e ku wek kilîtekê ji welatên dî re tê dîtin. Ji ber ku Nerwêc mezintirîn sînor bi Rûsiya re heye, Belxî destnîşan kir ku erkê Nûnerên Hevbendiyê danîna pilanek karê hevbeş û yekirina gotara siyasî ye, herweha hevrêzî bo pêşinyarkirina pirojeyin geşepêdan û fêrkirinê ye. Di hevdîtina nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê de Belxî weha pêde çû; ew yek ji damezirênerên Kutla Niştimanî di Encumena Niştimanî Sûrî de bû, û beşdarî ji destpêka şoreşê de di tevgera Aştiyane de kiriye.
– Tu dikarî kurtenerînekê li ser jiyana xwe berî û piştî şoreşê bidî me?
Ez li Şamê jidayik bûme, koka min ji bajarê Der´a ye, Kolêja Wêjeyan, beşê Erebî me, Lisans û Macistêr ji zankoya Oslo min bidest xistiy, hejmarek ji xulên ragihandinê û yên diblomasî kirine. Di destpêka şoreşê de li Şamê bûm, min amadeya xwe bo Nameya Macistêr dikir, di mehên destpêkê de beşdarî çalakiyên şoreşê li Şamê, û bi taybetî li Berzê, û Der´a jî bûm. Min kar bo ragihandina şoreşê ji hindirê Sûriyayê kir, piştî wê ez ji yek kesên ku Kutleya Niştimanî ya ku Encumena Niştimanî Sûrî damezirandin ( Kutleya 74an) bûm, û hîn ez endamim tê de. Wek nûnera Hevbendiyê di dawiya heyva pêncan 2014an de li welatê Nerwêcê hatim destnîşankirin.
– Giringiya karê nûnerê Hevbendiyê li Nerwêcê çiye? Dikar çi ji Sûriyan re pêşkêş bike?
Nerwêc ji welatên Iskendinavî û Ewrupî yên giring e ku mîna kilîta siyasî ji welatên dî re tê dîtin, ji ber Nerwic dirêjtirîn sînor bi Rûsiya re heye, û ew ji welatên herî alîkariya hawarçûnê bi milletê Sûrî re dike, û ji welatên ku gelek ji dozdarên penaberiyê pêşwazî dike, her sal budceyê (xerciya aborî ya salan e) zêde dike. delameta nûnertiya Hevbendiyê li Nerwêcê ya sereke di warê siyasî de ye ku kar bi hikûmeta Nerwêcî re bike û pêwendiyan pê re girê bide, ji bilî wilo jî karê nûnertiyê bi ragihandina Xerbî û rêxistinên ku piştgiriya millet Sûriyayê dikin û yekirina karên hawarçûnê ye di yekirina awa û pilanê re, û yekirina karê revenda Sûrî li Nerwêcê.
Pir giring e ku nûnertiya me bihevkariya bi nûnerîtiyên din kar bo danîna nerînek hevgirtî ji karê xwe re û pilanek karê hevbeş û yekirina axavtina siyasî ji Hevbendiyê re li Xerbê bike. Herweha di warê fêrkirinê de jî hevrêzî bi welatên Xerbê re pir pêwist e bo alîkariyê di misogerkirina fêrkirinê bo 4 Melyon zarokên ku derfeta çûna dibistanan ji dest wan derketiye, di riya pêşkêşkirina pirojeyin geşepêdan û perwerdeyê, misogerkirina şandina xwendinê, û kar bo pêşxistina rêbazên fêrkirinê bo berdewamiya nûjenkirina wan di demên dirêj de.
– Nerîna te çiye derbarê helwesta Civaka Navdewletî ji şoreşa Sûrî?
Xerb derbarê pirsgirêka me de nealîkar bûn, me jibilî sozan ji wan negirt, sedem jî lihevnehatina berjewendiyên Xerbê, çi yên Rûsî, Emrîkî, û yan dewletên herêmî derbarê şoreşa Sûriyayê de. Helbet Xerb piştî binpêkirinên ” Daiş” yên berdewam tevgeriya, tev ku em nikarin tirora rejîma Esed ji ya “Daiş” veqetînin, lê rêxistina tirorist Xerb tirsand ji ber ku ew mîna ” Hovekî” vedizile bê ku kes bikaribe dest deyne ser, û dît ku gelek ji endamên ” Daiş” ji Xerbê hatine, û wê vegerin ta ku bêaramiyê li wê deverê biafirînin.
– Çawa Nûnerên Hevbendiyê dikarin nehêlin pêlên koçberên Sûrî di riya deryayê re koç bibin, di riya metirsiyekê de hindek navê ” Geşta Mirinê” lê dikin.
Dibe ku çareya guncayî ji welatên ku ev geştên qaçaxê jê destpê dikin be, boblat mezin bûye, rola me tenê di alîkariya kesên ku tên welatên em lê hene dimîne, lê welatên Ewrupî biriyar bo pêşwazîkirina hejmarek mezin ji penaberên Sûrî daye, û ev çareserî jî ne giştî ye, divê em mezinbûna vê boblatê di riya kar bo çareserkirina pirsgirêka Sûrî ya ku hîn lidar e sivik bikin.
– Hevbendiya Niştimanî Sûrî mijara vegera bi hemû saziyên xwe ve bo hindirê Sûriyayê guftugo kir, tu çawa li vê mijarê dinêrî?
Ev mijar hîn hewcedarî bingehek guncayî ye ku riya vegerê veke, serbestiya karê Hevbendiyê qedexekirina azmanî pê gerek e, çêkirina deverek aram, dûrî armanckirina rejîma Esed û Rêxistina Dewleta Iraq û Şamê “Daiş”. Ne veşartî ye ji tu kesî ku ji Erkê Hevbendiyê ye vegere hindirê Sûriyayê ta ku kar li ser erdê bike.