Hadî Elbehra serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, di gotara xwe de, li pêş Komeleya Giştiya Netewên Yekgirtî dazanîn ku Esed û bi çeteyên xwe ve, sazkerê serekî yên terorê di Sûriya de ne û got:” rêjîma Esed bi hûrbîniyek xurt rewşa ku sûrî niha tê de ye amade kiribû, herwiha bi heman çavdêriyê çanda teror û tevlîhevî û serjêkirinê belav kir, em li bîra cîhanê tênin ku rêjîma Esed ew bû ya yekemîn car ev kiryar kirin, û bi dehan zarok di komelkujiya Elhola de kuştin, herwiha di komelkujiya Elbeyda de, serê zarokên yek salî birîn li pêş çavên dayîk û bavên wan, û şerê me yê serekî li dijî rêjîmê ye, ya ku seqa teror û kuştin û serjêkirinê belav kir, û me bêhtir ji 20 komelkujiyên rêjîmê yên serjêkirinê dîkoment û bi belge kirine “. herwiha Elbehra tekez kir ku:” bi hîç awayekî jinavbirina terorê nabe bê têkşikandina wargeh û encamderê wê yê serekî, ku ewjî rêjîma tawankar e, lewra li danûstandinê Jinêv de me pirojeyê ragihandina piransîpan pêşkêş kir, û têde me daxuyakirin ku dijberya terorê encam nade bê demazrandina desteya fermanrewiya veguhêz ya tevahiya desthilatên cêbicêkar bi xwe ve bigire, bi dabînkirina zemîneka guncayî bo pêkanîna tenahî û aramiyê di Sûriya de jibo têkşikandina terorê di navçeyê de”. bi tevlî” baskên rêjîma terorîst wek Daiş û mîlêşeyen milîperest yên ji Îran û Iraq û Libnanê û ji hin dewletên din yên pişkdar di pêkanîna tawankariyan de bi rêjîmê re li dijî gelê Sûriyê derbas bûne “.
(Jêder: Hevbendî)