Wezareta Perwerde û Fêrkirinê di Hikûmata Sûrî Ya Demkî de alîkariya xwe bi zankoyên Tirkî re di pejirandina xwendevanên Sûrî di her sê qonaxên fêrkirina zankoyî de ragihand û got:
Bawernameya Lisans li zankoya ” Necmidîn Erbekan”e, Macistêr û Dektora li zankoya ” Silcûq”in, li bajarê Qoniya di nêva Tirkiyayê de.
Jêderekî di Hikûmeta Demkî de eşkere kir: “Wê ev xwendin li gor biryara hikûmeta Tirkî ku xwendekarên Sûrî û yên tirkî wekhev kirine ,û di hemû qonaxên xwendinê de wê belaş be” .
Jêder diyar kir:” xwendin û berdewamkirina wê dê bi zimanê Tirkî be. Zankoyên Batman û Mêrdînê dema tomarkirinê ji xwendekarên Sûrî re ta dawiya vê heyvê dirêj kirine, ji xwendekaran xwest ku derfeta tomarkirinê û ji dest xwe bernedin,û têkiliyan bi van zankoyan re girê bidin. Wezareta Perwerdeyê ji xwendevanên Sûrî yên ku dixwazin xwe tomar bikin û xwndinina bala berdewam bikin xwest pêwendiyan bi wezaretê re bikin û belgeyên fermî di riya E-maila ([email protected]) bişînin.
Hêja ye gotinê ku zankoya “Silcûq” derfet da xwendekarên Sûrî bo berdewamkirina xwendinên bala di van peymangehên Ekadîmîk yê jêrîn de:
1- Peymangeha Zaniyariyên Hunerî.
2- Peymangeha Zaniyariyên Civakî.
3- Peymangeha Tirkiyet ya Lêkolînan.
4 – Peymangeha Zaniyariyên Perwerdeyê.
5 – Peymangeha Mewlana bo lêkolînan.
Wezaretê têbînî kir ku dema dawî ji tomarkirinê re di xwendinên bala de li zankoya ” Silcûq” 6/10/2014 ye.
Jêder: (Hikûmeta Sûrî Ya Demkî)