Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî di hevdîtina digel Emîndarê giştî yê Newtewên Yekbûyî birêz Ban kî mon li Niyûyorkê, tekez kir ko têkbirina Tirorê stratîciyeke tekûz dixwaze û Rêjîma Esed serê arîşeyê ye.
Şandeyê got: giring e guhdan bi parastina sivîlan bibe bi taybetî cihên xelkên sivîl lê niştecî dibin da nekevin ber êrîşan, di dema operasiyonên Hêzên Hevalbend li Sûriyê dibin.
Herweha di hevdîtinê de Şandeyarê navnetewî Stîvan Dî Mistûra jî amade bû, şandeya Hevbendiyê rewşa qonaxa nû Sûriyê şirove kir û dîtina xwe li ser da xuyakirin.
Û karîna dîtina delîveyekê ji çareseriyek siyasî re li gor rewşa nuh, ji bo mafê sûriyan yê mirvî û yasayî û rewa û li gor ku ew dixwazin li wan vegere.
Şandeyê giringî da rewşa Penaberan li Libnanê û bi taybetî yên li Herêma Ersal û pêwîstiya parastina wan, di heman demê de Şandeya Hevbendiyê rêz û hurmeta xwe ji desthilatdarî û yekbûna Libnanê re da xuya kirin, û gotin ko ev nakokî gûr nabin wek ko hinek dixwazin. Herweha şandeyê nirxandina cîbicîkirina biryara 2165an û aloziyê ko beraber dibin gengeşe kir.
Û Şandeyê nerazîbûna xwe ji asta cîbicîkirina biryara li ser alîkariyên xwarinê di sînor re da xuyakirin.
Jêder: Hevbendî