Wezareta Perwerdeyê di hikûmeta Sûrî ya demkî de bernameya vedanînan havînîn li Sûrî û kampên penaberiyê di dewletên cînar de bidawî kir. û Ji ber ku zarokên Sûrî bêtirîn kes ji tawanbariyên rejîma Esed di bumbebarankirina wî ji bajar, bajarok, û ta dibistanên li welat ziyandar in, Hikûmeta Demkî hejmarek ji pirojeyan pêk anî, yê dawî bernameya vedanînê a havînî li Sûrî û kampên dewletên cînar ku di nîvê êlûnê de bidawî bû, ew jî di pilana wezaretê de bo hembêzkirina xwendevanên di xwendinê de derengmayî , penaberên nû, û xwendevanên têkçûyî bû.
Bername hejmarek mezin ji zarokan bo vedanîna tiştê ku sala xwendinê a bûrî de li hemû bajarên derveyî desthilatiya rejîma Esed û kampan ji wan çûye hembêz kir, ew jî bo bigihên hevalên xwe di destpêka sala xwendinê a 2014 – 2015an. Li gor ku wezîrê perwerdeyê Fewaz Ewad diyar û tekez kir: ” Bername xwendevanên ku salin xwendinê li wan çûne û dixwazin vedanîn bikin û xwendevanên penaber ên nû ku nikarîbûn sala xwe ya xwendinê temam bikin armanc kiriye. Wezartê pêşwaziya pirojeyên ku ji alî birêvebiriyên Perwerdeyê li parêzgehan hatin pêşkêşkirin kir, piştî eşkerekirina bernameyan li dibistanên hinder û hejmar xwendevanan li her dibistanê û di nav komgehên perwerdeyî, û hildana pirojeya bi awayekî fermî bo wezaretê”.
Li gor Ewad wezaretê pêşindeyek daravî bo destpêkirina bernameya vedanînê piştî wergirtina belgenameyan ji birêvebiriya û erêkirina li ser wan pêşkêş kiriye, di vê navê re wê “hêjayên dayînê” her serê mehê bidawî bibin, çavserdanê li pirtûkên sereke mîna ziamnê Erebî, zimanê Inglîzî, Matmatîk, Zaniyarî, Perwerdeya Olî, û herweha hejmarek ji çalakiyên valakirina dirûnî ya ku rolek wê ya erênî di danustendina zarokan bi dibistanê û karê fêrkirinê bi giştî re heye dike.
Li ser hejmara xwendevanên sûdê ji vê bernameyê bibînin berpirsê şopandina birêvebiriyên perwerdeyê li Sûriyayê Nûridîn Mehamîd diyar kir: ” Di bernameyê de çavdêriya dibistanên li Sûriyayê, Libnanê û Tirkiya jî heye, zarok ji heyva heftan berî du heyv û nîvan tev li van dibistanan bûne, bernameyê xizmetin fêrkirinê ji 30 hezar xwendevanî li Idlib, Heleb, Gundewarên şamê, Laziqiyê, Hims, Der´a, Dêra Zorê, û Hema . li Libnanê dora 1720 xwendevan, li Tirkiyê 10 hezar xwendevan. ezmûnên ji xwendevanan re di dawiya bernameya vedanînê çêbûn, rêvebiriyê di riya van ezmûneyan re karîna çûna pola bilindtir di xwendinê de destnîşan dike, vê yekê salek sax ji xwendinê li wan fêde kir, û li gor karîna xwe beşdarî di sînorkirina asta reva xwendevanan ji dibistanan ya ku gihişt pileyek tirsnak li gor lêkolînekê ji rêxistina Netewên Yekbûyî “Yûnisêf” li ser çarîna yekem ji 2014an, û tê de hat ku dora 2 melyon û 800 hezar zarok xwendin bi dest wan nakeve “.
Ev erkê wezareta Perwerdeyê di dibistanên havînî de dikeve helmeta ku bi navê “Fêrkirina Melyon Zarokî” mîna navnîşaneke simbolî bo hembêzkirina mezintirîn hejmar ji zarokan di fêrkirinê û vegerandina wan li dibistanê wan de.
Jêder: Hikûmeta Sûrî Ya Demkî.