Parêzer Emar Tibab serokê doseya bêseruşûnên neçarî di desteya dada veguhêza Sûrî de, di hevdîtina xwe de bi balyozên Erebî re, dest pêkir û got:”Me Mirov di navbera Siyest û şer de ji bîr kir û pêwîst e rêzgirtina mirov lê vegere”. Herwiha paş hevdîtinê di kongirekî rojnamevanî de ligel Nûra Elemîr cêgira serokê Hevbendiyê, parêzer Tebab got:” raporta desteya navborî ya bi navê Sindoqa reş amaje bi hebûna zêdetir ji şêst hezar bêserûşûnî dike li gor hin amaran , û bikêmayî 53,522 kesên windabûyî li gora amaran, ku di nav wan de 6722 kes hatine kuştin û ji wan 1348 zarokin û 1511 jin in”. û weha berdewam kir:”Sûriya ne yekemîn dewlet e û nejî dewleta dawiyê ye ku welatiyên wê rastî tawana bêserûşûniya neçarî dibin, lê belê dibe ku bête tomarkirin ku yekemîn dewlet e ku Civakekê bi tevayî bêserşûna neçarî dike, û wek mînak ev rûdana bi vî awayî li Wadî Eldeyef li Idlibê qewimiya, ku hatiye tekez kirin bi dîdvaniya kesên nêzîkî navçeyê, ku navçeyek bi tevahî ji bal hêza Esed hatiye desteser kirin û heta niha hîç zanyarî û pêzanîn li ser çarenivîsa wan li cem miovên wan nîn in, û ji wan mînakan bûyera windabûna yazdehezar kesî ya ku hatin wênekirin di raporta Sîzer de, ya ku sedîsed tawanbariya rêjîmê tekez dike, lê mixabin û ji ber egerên siyasî Civaka navnetewî bêdengî li ser vê tawanê kir, bê ku rêz li mirovahiyê bête girtin, herwiha û li aliyekî din dema ji bo armancên siyasî xwestin rûbirûbûna rêxistina Daiş bikin, me pejirandinek navnetewî bo têkşikandina Daiş ê dît, û ev bûyer nîşana durûtiya pîvanê diyar dike, di dema cîhanê çav li ser kuştarên tawanbarê serekî girt, ya ku tawankariya Daiş ê berdewamî bû ji tawana wî re, bêdengî li ser bûyî”. Herwiha Tebab dirêjî da axaftina xwe û got:” herwiha ji neberbiheviyên siyasî yên seyr, ku rêjîm û civaka navdewletî hewla dîtina behaneyan didin bi rêya kêşeya windabûna neçarî bo sepandina biryara navdewletî li ser Sûriya, ewjî rûdana serjêkirina Cîmis Folî rojnamevanê Emerikî li heftiya bûrî de li ser destê rêxistina Daişê, yê ku di dawiya sala 2012 an hatibû girtin anku berî hebûna rêxistina navborî di Sûriya de, têzanîn ku li ser kuştina yazdehezar kesên Sûrî cîhan bêdeng ma herwekî (raporta Sîzer) tekez kiriye. û ev çende dupat dike ku regezê mirov ewe yê nirxê miroviyê dide, bi vî awayî em li ber hevkêşeyeke neheqiyê ne, ku yazdehezar Sûrî ne bi hemberê welatiyekî Emerîkî ne”. li dawiyê serokê fayilê Bêserûşûniya Neçarî got:” hîç rojek destnîşankirî nîne ku em bikin rojbûna vê tawankariyê di Sûriya de, lê em li hêviya wê rojê ne, roja rêzgirtina mirov lê vegere”.
Jêder: Hevbendî