Birêvebiriya Tendirustiya Idlibê destpêka vê Hefteyê alav û amêrin nojdarî yên nû radestî nexweşxaneya “Elihsan” ya xêrxwaz li bajarê Seraqib û nexweşxaneya Elrazî li devera Me̕seran kir. ji amîran alava wêneyên tîşkî yê neveguhêz, alava dil ya elektrîk ya lêkdanê, alava Bilis Oksî Mtîr, maseya amîrên nojdarî, û herweha alavê nexşekêşana karê damar û meskûleyan.
Ev radestkirin di hewldanên wezareta tendirustî di hikûmeta demkî de di riya rêvebiriyên wê li deverên derveyî desthilata Esed bo misogerkirina hemû alav û amîrên nojdariyê ta asta karê nexweşxaneyan û navendên tendirustî bilind bikin û xizmetkariya qenc bo Sûriyan pêşkêkş bikin.
Hêja ye gotinê rêvebiriya tendirustiyê li Idlibê berya du hefteyan alav û amîrên nojdarî radestî nexweşxaneya Cercenaz û Elhaid ku her du jî li çiyayê Elzawiyê dikevin kiribû, ew jî alavên şiştina wêneyên tîşkî, alavê wêneyên tîşkî ên veguhêz, herweha rêvebiriyê derman û amîrên nojdarî mîna derziyên nexweşiya Tîfo bo nexweşxaneya Elbişêriyê ya meydanî, tîmargeha Eldehr, navenda Kefer Texarîm û Ebîn ya xizmetkariyên nojdarî li gundewarê Idlibê.
Jêder: Hevbendî – Hikûmaeta Sûrî ya Demkî.