Hêzên Esed sarûxeke zemîn – zemîn li bajarê Xan Şêxûn li gundewarên Idlibê barandin, di encamê de 8 kes şehîd ketin, 6 ji wan zarok in, û hinek birîndar bûn, birînên hindekan dijwar in.
Herweha firokên cengî yên hêzên Esed êrîşin asîmanî birin bi ser bajarê Seraqib, Sermeda û Biniş de, di encamê de du kes li Seraqib şehîd ketin, û dido li Biniş, zêdeyî wilo du kes birîndar bûn û hindek zirarin darayî jî çêbûn.
Jêder: Hevbendî – Komîtên Hevrêziyê