Toreya Şam ragihand ko dengê du teqînan ji çargoşeya ewlekariyê li Şamê hat bihîstin. Bê ko tu agahiyên din bidin, herweha topbavêjên Hawin li ser taxa Elqesa´a jî ketin, li beramber jî Firokên Rêjîmê gelek Herêmên corbicor li nêzîk Paytextê û derdora wê bombebaran kirin, û teqînek li Seqba li Xota Rojhilat çê bû di encamê de 3 kesan zarokek di nav wan de heye jiyana xwe ji dest dan, û hejmarek birîndar ketin.
Herweha du jin bi fîşekên segmanên hêzên Beşar Elesed li bajarokê Eldêrxebiyê birîndar ketin. Herweha bajarokê Teyba li Qelemon pevçûn di navbera Hêzên Elesed û Artêşa Sûrî ya Azad de çê bûn, bi bombebarandina topan ji hêla Hêzên Elesed ve bi ser deverên tevgera Artêşa Azad pêk hat bê ku tu encam tomar bibin.
Di heman çax de li Herêma Elmilêha li Xota Rojhilat, pevçûn di navbera Hêzên Elesed û Artêşa Azad de çê bûn piştî şikestina hêzên rijêma esed berî du rojan, Artêşa Azad dikarî bû hêzên Elesed neçar bike ko dorpêçê vekin û tevlî piştgirên xwe yên Hizbullaha tirorist vekişiyan.
Jêder: Komîtên Hevrêz û Sumart û Hevbendî