Daxuyaniyeke Rojnamegerȋ
Ji berȋ çar salan ve zarokȇn Der`ayȇ yekem nexșȇ azdiyȇ li ser dȋwarȇn Sȗrȋ nexișandin, ev tȇgeha ku 50 salȋ ji qunaxa setemkariyê binaxkirȋ ma ta milletȇ Sȗrȋ rabû ȗ nexşeya riya xwe bi xwȋna xwe saz kir, ȗ dest bi șoreșa xwe ya dijȋ zilm ȗ zorȇ kir.
Çar sal ji temenȇ șoreșa milletȇ Sȗrȋ derbas bȗn, ȗ hȇza moralê wȋ wek xwe ma bo pȇkanȋna xewna xwe ya bidesxistina azadȋ ȗ rȗmetȇ, herweha şêweyê karê rejȋmȇ di kuștin, wȇrankirin, ȗ bikaranȋna tawanên bȇtir nehat guhertin, ȗ șoreșa Sȗrȋ ket sala xwe ya pȇncan de bi șehȋdbȗna 220 hezar kesȋ, ȗ bi qas wan girtȋ di zindanȇn tarȋ de, ȗ bi melyonan penaberȇn di kamp ȗ dewletȇn penaberiyȇ de hene.
Di van çar salan de şoreş di gelek guhertinan re derbas bȗ, lê tiștȇ nehat guhertin qurbaniyȇn milletȇ Sȗrȋ ȗ vȋna wȋ ya serkeftinȇ bȗ, ȗ șoreșa Sȗrȋ nema tenȇ tȇkoșȋnek bo pȇkanȋna serberziya milletȇ Sȗrȋ tenȇ ȗ bilindbȗna wȋ ber bi asta şaristaniya nȗjen, lȇbelȇ bȗ șereke rizgarkirinȇ dijȋ dagîrkerekȋ biyan piștȋ rȗxandina rejȋmȇ ȗ nekarȋbȗna wȋ di kuștina vȋna millet bi hemȗ alavȇn cebilxaneya leșkerȋ ku milletȇ Sȗrȋ buhayê wȇ ji xwêdana eniya xwe da bo parastina yekȋtiya welȇt.
Miletȇ me ȇ birȗmet yê ku dȋrok lehengiya wȋ ȗ newȇrekbȗna setemkarên wȋ dinivȋsȋne, jȇ re baștir e ku karên xwe bikin yek ȗ bi serkirdayetiya xwe re alȋkar be, riya wȇ rast bike, ȗ pȇ re li ser damezirandina Sȗriya nȗ, dewleta dadperwer ȗ azadiyȇ, hemȗ pȇkhateyȇn wȋ di pȇșxistina wȇ de beșdar bin, herweha di ektȋvkirina saziyȇn wȇ di çarçoveya civakek piralî, ku tu desthilatȋ mafȇ ya dȋ naxwe, ȗ artȇșek bȇlayen himberȋ hemȗ nêrîn ȗ pȇkhatyan û welat biparȇze. Jina Sȗrȋ di vȇ çarçoveyȇ de ciyawaziya xwe di piștgriya șoreșȇ de ȗ di hemȗ waran ȗ di bin hemȗ rewșan de, ȗ wȇ rola wȇ di gelek waran de wȇ bi hêztir di pȇvajoya qunaxa were de xuya bike.
Rȗxandina serȇ rejȋmȇ ȗ alavȇn wȋ ȇn ewlehiyȇ ji hemȗ çareyȇn siyasȋ di pȇșerojȇ de xwestekek sereke ji șoreșȇ re ye, herweha armancek sereke di çi operasyona danustendinȇ de ye jȋ, ȗ kar bo bihȇzkirina Artȇșa Azad ȗ sazȋkirina wȇ da welatiyan biparȇze ȗ bingeha artȇșa Sȗrȋ a azad be, ȗ ew gerantiya serkeftina çareseriya ku welat bi ber pȇvajoya veguhȇz ȗ dȗbare avakirina wȇ ve dajo.
Hewldanȇn jirȇbirina șoreșȇ ji xwesteka rȗxandina rejȋma niha ȗ avȇtina wȇ di qonaxa diyaloka pȇ re tȇkçȗna wȇ isbat kir, milletȇ Sȗrȋ ew nepejirandin, ȗ pȇkanȋna armanca xwe ya diyar di rȗxandian rejȋmȇ de, herweha deriyȇ diyalokȇ bi her kesȇ ku dixwaze erkȇn xwe tev li yȇ Hevbendiyȇ bo pȇkanȋna armancȇn șoreșȇ bike vekirȋ ye.
Çi pȇșinyarȇn herȇmȋ yan navdewletȋ divȇ ji armancȇn wȇ pȇkanȋna her șeș xalȇn șanderȇ navdewletȋ ȗ biryarȇn navdewletȋ ku di vȇ derbarȇ de derhatine.
Millet hemȗ xwe bi serkeftina șoreșa Sȗrȋ ve girȇdane ku rȗmeta pȇkanȋna serkeftinȇ ȗ aramiya deverȇ bi yekirina hȇzȇn xwe wergire.
Em soz didin milletȇ xwe ku em hemȗ hȇza xwe bikin di pȇșveçȗna di serkirdayetiya șoreșȇ de bo pȇkanȋna armancȇn xwe, ȗ hewldana ku em li gor van qurbaniyan bin, sebr ȗ deyaxȇ ji kesȇn ku di ber vȇ yekȇ de temenȇ xwe dan wergrin, wek mȋnak kenȇ zarokekȋ li kampȇ ku di xewna bajarekȋ aram ȗ dibistanekȇ de ye, diya șehȋdekȋ bi șehadeta kurȇ xwe serbilind e, ȗ ji miletekȋ ku cȋhan tev de bi israra xwe matmayȋ hiștiye.
Rȗmet ji pakrewanȇn me re, azadȋ ji girtiyan re, ȗ rehetbȗna ji birȋnadaran re, ȗ serkeftin ji welatȇ me re.
Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
15ȇ Avdarȇ 2015