Daxuyaniyek Rojnamegerȋ
Rejȋma Esed, beramber pȇșveçȗnȇn bilez ȗ pȇșketinȇn berdewam ȇn șoreșgeran li ser erdȇ bi çareya leșkerȋ radiweste, çareya ku ji destpȇka șoreșȇ de dijȋ sivȋlan ȗ li hemȗ parȇzgehȇn Sȗrȋ bikar anȋ ȗ pirkirina tawanȇn xwe bo veșartina tȇkçȗnȇn berdewam yȇn xwe ȗ milișiyȇn piștgirȇn xwe. ȋroj, hȇzȇn rejȋmȇ kuștarek nȗ pȇk anȋ, di encama wȇ de bi kȇmanȋ 10 șehȋd ketin, pirȇ wan ji zarokan e, ȗ bi dehan ji wan bi ketina bermȋlek teqȋner nȇzȋ navendek fȇrbȗnȇ, ȗ dayȋngehekȇ li taxa Seyf El –Dewlȇ li Helebȇ birȋndar bȗn.
Berȋ wȇ hȇzȇn rejȋmȇ gelek kuștar ne kȇmȋ wan di kirȇtiyȇ de ji ber ȇrȋșȇn berdewam ȇn firokeyȇn cengȇ ku bi ejȋmȇ ve girȇdayȋ ne li ser gundewarȇn Dȇra Zorȇ ȗ taxin li bajȇr, di encamȇ 23 kes șehȋd bȗn ȗ bi dehan birȋndar bȗn.
Ger em di Hevbendiya Niștimanȋ de, wan tawanȇn newȇrek derheqȇ sivȋlan ku nȋșana jihevketina rejȋmȇ di warȇ leșkerȋ ȗ siyasȋ de ye șermezar dikin, em di heman demȇ de ji Civaka Navdewletȋ – Bi taybet di v demȇ- ku piștgiriya pirojeya devera aram bike, wek hesabkirinekȇ ji bo ȇrȋșin dibe ku bibin, yan kuștarin dibe ku rejȋma Esed derheqȇ sivȋlan de pȇk bȋne bo pȇ tȇkçȗnȇn xwe veșȇre, ȗ mȋna hewldanekȇ bo pașxistina rȗxandina xwe ya tekez. Herweha em doza piștgiriya Artȇșa Azad bi çekin dijȋ firokeyan dikin bo gemkirina çekȇ azmanȋ ku Esed dijȋ sivȋlan li deverȇn rizgarkirȋ bikar tȋne.
Serkeftinȇn berdewam ji șoreșgeran re li ser erdȇ, hevkȇșiyek siyasȋ ȗ leșkerȋ nȗ ferz kir, divȇ ku Civaka Navdewletȋ bi pȇkanȋna guhertinek rastȋn ȗ ji dil li ser asta piștgiriyȇ digel biçe, ev yek wȇ di rawestana ketina qurbaniyȇn bȇtir de beșdar bibe, ȗ pișta veguheztina aram a desthilatiyȇ li Sȗryayȇ li gor pȇkanȋna armancȇn milletȇ Sȗrȋ di azadȋ, rȗmet,ȗ dadweriȇȗ dadweriȇ de bigre.
Berdevkȇ Fermȋ Bi Navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn Șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
Salim El –Mislit
3 Gulana 2015an