Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Tawankarî û operasiyonên tiroristî yên ko sivîl li bajarokê Elqa’h yê Libnanî amanc kirin pirotesto dike. Û dubare dibêje ko ew li dijî çi amanckirina sivîlan e, her wiha sersaxiya malbatên qurbaniyan dike, û ji bo birîndaran çareseriyê hêvî dike.
Bi qasî ko em evan tawankariyên ko sivîlan amanc dikin , li çi cihî be, bê awarte pirotesto dikin, em dozê li desthilatên komara Libnanê dikin ko saxî û silametiya penaberan biparêzin û wan ji çi dijberîtî an tolhildanê bêalî bigirin.
Miletê Sûrî baş kirêtiya tiroristiyê nas dike, û bi taybetî tawankarî û operasiyonên ko sivîlan amanc dikin. Çimkî ewan gelek tawankarî ji destê rêjîma Esed û milîtanên hevalbendên wî dîtine, her wiha ji destê rêkxistinên ko Rêjîma Esed piştgiriya wan di vê biwarê de dike, û rê daye wan da berfireh bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
28.06.2016