Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Miletê Siryanên Aşûrî li Sûriyê û cîhanê di yekê Nîsanê de her sal serêsala Babiliyên Aşûrî ya bi navê “Akîto” pîroz dike, û yekê Nîsana me ya îro yekê sala 6766 an e, li gora Rojnameya Babilî Aşûrî.
Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, ciwantirîn pîrzbahî dide gelê Siryan Aşûrî li hundurê Sûriyê û li welatên penagehiyê, sebaret cejna wan a netewî “Akîto” ya ko dide xuyakirin ku dîroka wan kevnar e, û hem simboleke ko ev milet herdem di rûyê bişaftina netewî de, li himber stem û zordariya rêjîmên zordar yên peyapey rawestiyaye.
Hem Desteya siyasî piştgiriya xwe ji mafên wan yên rewa re diyar dike, da di destûrê de bi maf û hebûn bin, û nasnameya netewî ya Siryan Aşûrî wek pêkhatiyekî resen ji pêkhatiyên gelê Sûrî danpêdan bibe. Hem jî derfetê dibîne ko doz dike da “Akîto” wekû cejneke netewî niştimanî li welat fermî bibe.
Enes Elebde
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
01.nîsan.2016