Hevbendiya Niştimanî Sûrî Bo hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî razîbûna xwe tîne ziman derbarê xwestina 7 dewletan ” Firensa, Elmanya, Qeter, Tirkî, Erebistana Siûdî, Birîtanya û Emerîka ” ji Rûsya bo rawestana yekser ji êrîşên wê re li ser Hevrikiya Sûrî û sivîlan.
Hevbendî dozê li hikûmeta Rûsî dike ku ber bi biryar û vîna Civaka Navdewletî ve were, û wan êrîşên ku ta niha bûne sedema şehîdbûna 60 sivîlî, ku jin û zarok jî di nav wan de hene rawestîne.
Hevbendî li ser Encumena Ewlehiyê tekez dike ku biryareke zelal bigre, bihêle Rûsya êrîşên xwe li ser milletê Sûrî rawestîne.
Daxuyaniya “Heft Dewletan” diyar kiribû ku tevgerên leşkerî ên Rûsî li Sûryayê gurkirinek nû ye, û wê tundrewî û tundûtûjiyê pirtir bike.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hezên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
2 Cotmehê/ Oktober 2015