Hevbendî teqîna tawankarî li Navenda Bazara Atma protesto dike
Agahdariyeke Rojnamevanî Xalid Alsalih Serokê Nivîsgeha Ragihandinî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî 26.07.2014 Hevbendiya Niştimaniya Sûrî teqîna tawankarî ya ko li Bazarareke Atma ya nêzîkî sînorê Tirkiyê roja Şemiyê çê bû, û di encamê de 40 sivîl Şehîd ketin,li gor gotina çalakvanan di nav wan de Jin û Zarok û bi dehan birêndar jî hebûn, protesto dike. Hevbendî tekez dike ko ev karê hîzane, karekî tiroristî ye û yek ji zincîreke tawankariyên mîna wê ne ko li Atma û gelek Bajarên din ji Sûriyê çêbûne, ew tawankarî dikevin raje û bercewendiya Rêjîmê, û pencemohra Rêkxistinên li dijî amanc û hêviyên Sûriyan û mafên wan di azadî û dadmendî û rûmetê de li werdigire.