Agahdariyeke Rojnamevanî
Xalid Alsalih
Serokê Nivîsgeha Ragihandinî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî
26.07.2014
Hevbendiya Niştimaniya Sûrî teqîna tawankarî ya ko li Bazarareke Atma ya nêzîkî sînorê Tirkiyê roja Şemiyê çê bû, û di encamê de 40 sivîl Şehîd ketin,li gor gotina çalakvanan di nav wan de Jin û Zarok û bi dehan birêndar jî hebûn, protesto dike.
Hevbendî tekez dike ko ev karê hîzane, karekî tiroristî ye û yek ji zincîreke tawankariyên mîna wê ne ko li Atma û gelek Bajarên din ji Sûriyê çêbûne, ew tawankarî dikevin raje û bercewendiya Rêjîmê, û pencemohra Rêkxistinên li dijî amanc û hêviyên Sûriyan û mafên wan di azadî û dadmendî û rûmetê de li werdigire.