Daxuyaniyek Rojnamegerȋ
Hevbendiya Niștimanȋ , ȗ bi navȇ milletȇ Sȗrȋ bi pȇkhatiyȇn xwe li hemȗ perçeyȇn Sȗrȋ , di dema ku spasiya xwe ya germ ji hemȗ dewletȇn dost ku alȋkarȋ ji miletȇ Sȗrȋ re pȇșkȇș kirin, ȗ soz dan ku di van rewșȇn taybet de bȇtir pȇșkȇș bikin, di heman demȇ de ȗ ji ber ew nȗnerȇ rewa ji milletȇ Sȗrȋ re ye, tekez dike ku hemȗ cureyȇn piștgiriyȇ ji milletȇ Sȗrȋ re hatin divȇ di riya Hikȗmeta Sȗrȋ ya Demkȋ re be ji ber ew lașȇ cȋbicȋkirinȇ yȇ fermȋ ȗ rewa li Sȗriyayȇ ye, ew e ya wekȋla rȇveberȋ ȗ pȇkanȋna pȇdiviyȇn Sȗryan bi awayin werin șopandin ȗ lȇpirsȋn, bȇ tu girȇdan bi tu lȇvegeran re hebe ji bilȋ berjewendiya milletȇ Sȗrȋ, û ew di bin berpirsyarȋ ȗ çavdȇriya Hevbendiyȇ de ye.
Hevbendȋ hișyariyȇ dide encamȇn nigatîv yên bi sedema belavkirina ne rȇbazkirȋ ji piștgiriyȇ re, ya ku ji bilȋ bêserûberiyê, dibe encamin berovajȋ armancȇn pêşbînkirî bidin, herweha dibe ku muxalefatin yasayȋ di riya wȇ re bibin.
Salim El – Mislit
Berdevkȇ Fermȋ Bi Navȇ Hevbendiya Niștimanȋ ȗ Hȇzȇn șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ
1ȇ Nȋsanȇ 2015