Di bin darê rêjîma Be’is de, ti yasayên dabînkirin û parastina mafê mirovan tune bûn, û partiya Be’is her tişt bi xwe ve girêdabû, ta bi karê rêxistinên civaka sivîl jî, yên ku mirov bi rengekî xwebexş têde kar dikin, jibo rajeya civaka xwe bikin, û gel û civak sûdeyê ji wî karî bibînin.
Piştî destpêkirina şoreşa azadiyê li Sûiyê sala 2011an, gelê kurd xwest hin ji mafê xwe yê talankirî vegerîne, û berê xwe da karê civaka sivîl li deverên xwe, û komeleyên xêrxwazî ava kirin, û wan komeleyan di gelek waran de karê xwe kirin, mîna saziyên guhdana zarokên kêmendam, her weha komeleyên hişyarkirinê û belavkirina çand û huner û geşepêdanê.
Emê behsa Komeleya Amûdê ya Xêrxwazî bikin, wek nimûne ji rewşa komeleyên civaka sivîl re.
Li gor endamê rêvebiriya komeleyê Hisên Şihadê dibêje: “komele di nîsana 2012an de hat damezirandin, û me karîbû alîkariya darayî bi xelkê re bikin, herweha sepetên xwarinê û cilan û şîrê zarokan û pêdawîstiyên dibistanan bidin bihezaran ji malbatên hewcedar li bajarê Amûdê û derdora wî, lê ev 6 heyv in komele hatiye girtin”.
Her kes zane ku piştgiriya darayî bingeha her karekî xêrxwazî ye, û li ser piştgiriya darayî Şihadê weha dibêje: “ Di destpêkê de me pal dida ser karînên endamên Komeleyê ên ku hejmara wan gihabû 600 kesî, her weha xelkin xêrxwaz ên bajarê amûdê jî alîkarî bi me re dikirin, paşre û piştî karê komeleyê berfireh bû û navûdengê wê belav bû, û bi taybetî piştî koçber û derbiderên ji parêzgehên Sûriyê hatin bajêr; Hin saziyan alîkariya me kir, mîna Baw, Avan, Destpêşxeriya ji bo Sûriya Nû û her weha Saziya Cîhanî ya Xwainê, û kesayetiyin ji xelkên Amûdê ên li derveyî welat dijîn jî her heyv pere dişandin”.
Her weha Şihadê amaje kir ku Komeleyê di salên 2014 ta 2016, girêbest bi saziya Mersî Kor re imza kiribû, û got ku wan karîbû di riya wê girêbestê re piştgiriya cotkaran bikin, bi pêşkêşkirina tov, her weha bi dana êmê ajelan ji bilî sepetên xwarinê û cilan ji bo nêzî 500 malbatî.
Gelo hin hene karên xêrxwazî qedexe bikin?
Ti karê dinyayê bê astengî û alozî tune ye, lê nakeve bîr û bala ti kesî de ku hin kes an alî hebin ku nehêlin karê xêrxwazî berdewam bibe, gelo kî bîr dibe ku alîkariyên pizîşkî û operesyonên neştergerî ji kesên hewcedar re asteng bike, û alîkariya darayî ji xwendekarên dibistan û zankoyan re, û alîkariya derbideran di riya dana nan ji wan re, qedexe bike?
Şihadê di derbara astengiyan de bibêje ku komeleya wan rastî gelek astengiyan ji hêla komînan û Ofîsa Karûbarê Saziyan ve ên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqrat ve dihat û ji berî sal û nîvekê de rê ne didan ku em alîkariyan belav bikin, û got: “ tevlî me tevaya belgeyên yasayî ên komeleyê ji aliyên têkildar re pêşkêş kirine jibo bidestxistina ruxsetê, lê wan red kirin ruxsetê bidin me, û li gor wan ji me re got, ji ber sedmên ewlekarî ye”.
Û gelek nimûneyên mîna Komeleya Amûdê ya Xêrxwazî hene, mîna komeleya Nûjiyan a piştgiriya zarokên kêmendam, a ku ji hêla hin jinên bajarê Amûdê sala 2013 hatibû damezirandin, û armanca wan dana alîkariyan ji zarokên kêmendam re bû.
Her weha Navenda Newroz a Civaka Sivîl û komeleya Solîn a Guhdana Zaroktiyê, ev tev hatin girtin ji ber nedana ruxsetan ji wan re, ji ber “ sedemên ewlekarî”.
Û her dem ew pirs di hişê mirov de dimîne, gelo ew sedemên ewlekarî çi ne?!
Mîdya Alsalih