jina kurd xwe qet dûrî têkoşîn û siyasetê nekir , ji destpêka şoreşa Sûrî de her dem li gel mêran dadiket kolanan û doza azadî û mafê kurda dikir, û tevlî her serkeftinên wê di her warê ku têde kar kiriye, hê bi çavê kêm ji hêla mêran ve lê tê meyzandin, ji bilî ku tevaya alavên ragihandina kurdî (TV – radyo – malper …) gelek kêmaniyê di deheqê jinan de dikin, û ti caran ew nedane pêş, her wextê mêr yê zana û siyasetmedar û bîrwer e.
Taz Başa jineke kurd e ji gundê Kelhê ye yê bi ser Dêrikê ve, ji hêla serokê Kongirê Cîhanî Yê Aştiyê, weke balyoza aştiya cîhanî hatiye nîşankirin, û rêvebira rêxistina sivîl ya Sûrî (Nerîn) e, lê ta niha ti alavên ragihandinê ew guhdan pê nekirine da ku cîhan tev behayê jina kurd û karê wê bibhîze.
di hevpeyvîneke taybet de bi malpera me re Taz Kongirê Cîhanî yê Aştiyê da nasîn û got ”ew jiyaneke nû ye, têde ewlehî , lêborîn , hezkirin û aşitî di navbera mirovan de belav dibe . Demokrasî , dadmendî ji bo her kesî li her devereekê li cîhanê di bin navê “Em Tev Hevbeşin , Em Tev Zengîn in, em dixwazin û emê jêre kar bikin da ku hewcedar, birçîbûn û teror nemîne û ti cudahî di navbera ti kesî ji bo ol yan regez yan reng yan raman yan netew nemîne ”
sebaret çawaniya hilbijartina Taz ji bo vî karî got ”di baweriya mirov de hezkirina xelkê karekî pir dijwar jê re divê, lê ez bawer dikim ku bi karê bo mirovahiyê dûrî berjewendiyên kesayetî xelk dighên bawerî û hezkirina kesên derdora xwe . ez ji bo vî karî hatim hilbijartin ji ber ku min hin alîkariyên ku ez dibînim gelekî kêmin bo miletê xwe yên di rewş û nîrin pir zehmet re derbas dibûn kirin, û hezkirina wan ez gihandim vê radeyê û vî karî”
tevlî ku Taz weke balyoza aştiya cîhanî hatiye nîşankirin, lê ragihandina kurdî ti guhdan pê nekiriye, û derbarê vê yekê Taz bal kişand ser ku carcaran reklam bo xuyakirina armanca karê mirovan pêwîst e, her wiha programê wan dide nîşandan, lê her dem ne wek ku em dixwazin, ez dibêjim ku bi kenala Zagros min derfeta xwe stand.
di pirsekê de ser karê jina kurd di tevaya waran de û bi taybet warê siyasî Taz got ”rast e jina kurd ne gihştiye asteke cîhanî, lê dema em wê hemberî jinên rojhilata navîn bikin, bawer dikim ku ji wan bêhtir gihiştiye astin bilind.
her wiha jina kurd baweriya wê bi karînên wê heye û hewl dide ku her dem bi ser bikeve” .
di civaka kurdan de hin astengî li ber serkeftina jinê hene, Taz ew astengî ji me re diyar kirin û got ku gelek fakter hene ji wan re, yek ji wan
hişmendiya êlî ya bandoreke mezin li ser paşketina jina jîr dike, ji ber ku derfet û rêyan nadiyê ku xwe pêş bixe.
hevjîntiya pêşwext û stûbariya malbat û zarokan nemaze ku jin û mêr lihev nekin.
nebûn yan kêmbûna derfetên kar ku jin xwe pê di hemû warên darayî , civakî , siyasî …. pêşbixe.
Tê zanîn ku çareserî ji her aloziyekê re hene , di nerîna Başa de raman û karê ji bo ayinde û siberojê baştir e ji mijûlî û tevdana tiştên demên bûrî, ew ramana ayindeyî wê çareserî be da ku her kes bi aştiyane li ser xaka xwe bijî, û nifşên nû jî wê razî bin, û wê xebatê bikin da ku bighêjin civakeke pêşketî.
belkî ez zêde nabêjim dema bêjim ku xelkên me yên koçber bûne, asta wan ya fikr û ramanê çêtir bûye, ji ber ku pêwendiya wan bi civakên pêşketî re heye û sûdê ji erêniyên wan werdigirin.
her wiha Taz da zanîn ku wê karê wê bê nîşan kirin, dema ku kongir li dar bikeve.
Jêder: Hevbendî/Mîdya Elsalih