Monday, 24 June 2019 21:05

Al-Farhan Dibêje Ku Rejîma Esed Belgeyên Nû li ser Gunrhbariya Xwe di Kuştina Kesên Bêserûşûn de Pêşkêş Dike

Serokê Komîsyona Niştimanî ya Sûrî ya karubarê kesên binçavkirî û bêserûşûn, Yasir Al-Ferhan, diyar kir ku rejîma Esed di girtin û îşkence û kuştina kesên hatine binçavkirin de berdewam e, û ew belgeyên nû li ser gunehbariya xwe di kuştina kesên wida û bêserûşûn de pêşkêş dike, û hin lîsteyên nû yên qurbaniyên girtîgehan her demekê ji bo navendên nifûsê re dişîne.

Al-Ferhan, îro di daxuyaniyekê taybet de tekez kir ku tawanên şer û jenosîd ên dijemirov li dijî girtiyan têne pêkanîn, û bal kişand ku rejîm hîn jî “ne xema wê ye û guh nade” hemû raportên Komîsyona Navnetewî ya Lêpirsînê, yan daxuyaniyên navnetewî yên zelal derbarê berpirsyariya rêjîmê di ber îşkence û kuştina girtiyan de.

Wî diyar kir ku biryarên ji Konseya Ewlekariyê "vala ne ji şermezarkirina bi tundî ji kiryarên li dijî kesên bêheq hatine binçavkirin û kiryarên îşkence û tinekirina fîzîkî û bêserûşûnkirinê, herwiha vala ne ji daxwazên rawestandina van kiryaran û serbestberdana hemû kesên bi neheqî hatine binçavkirin".

Û got: "Ev bêxemî piştrast dike ku rejîm bi sîstematîk kar dike ji bo jinavbirina kesên dijber, û kuştina bi deh hezaran".

Û dît ku ev yek berpirsiyartiyek mezintir têxe li ser milê Netewên Yekbûyî ji bo rizgarkirina jiyana jesên mayîn di girtîgehên rêjîmê de û darizandina kesên berpirsiyar di ber pêkanîna van tawanan de.

Al-Ferhan bang li Netewên Yekbûyî û saziyên navnetewî kir ji bo standina gavên pratîkî û lezgînî, û got: "ji wan gavan, divê rejîm neçar bibe ji bo vekirina deriyê girtîgeh û navendên binçavkirinê li ber aliyên navnetewî yên taybetmend ji bo nirxandina merc û rewşa wan".

Wî herwiha tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina pêşniyarên ji komisyona navnetewî ya lêpirsînê kir, yên ji bo birina gunehbarên binpêkirinan li dijî kesên hatin binçavkirin ji bo darizandinên dadane û lezgîn, û serbestberdana girtiyên mayîn, rê li ber pêkanîna girtina nû li derveyî qanûnê bêne girtin, li gor biryarên navnetewî, bi taybetî jî li gor daxuyaniya Cenev û biryara 2254.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Al-Farhan Dibêje Ku Rejîma Esed Belgeyên Nû li ser Gunrhbariya Xwe di Kuştina Kesên Bêserûşûn de Pêşkêş Dike