Civînek bi Encûmena Hoz û Eşîrên Sûrî re û Piştrastkirina Girîngiya Rola Wan di Civaka Sûrî de

Enes Abda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Sekreterê Giştî Abdul Basit Abdul Latif, Serokwezîr Abdul Rehman Mistafa û hejmarek ji endamên desteya siyasî, serdana serokatiya encûmena hoz eşîrên Ereban li bajarê Riha kirin, û herweha serdana dîwana eşîran li Azazê li gundewarê Helebê, û bi serokê encûmenê Ramî Al-Doş û endamên desteya serokatiyê û rûsipiyên hoz û aşîretên Sûrî re civiyan.

Herdu aliyan hejmarek ji mijarên giring ên li ser asta siyasî û meydanî gotûbêj kirin, û tekezî li ser girîngiya bidestxistina aramiyê li hemû deverên rizgarkirî, di nav de deverên rojhilatê Firatê kirin, bi rêya avakirina rêveberiyeke medenî û pêşkêşkirina xizmetgozariyên baştir ji welatiyan re.

Serokê Hevbendiya Niştimanî, kurtiyek li ser pêşveçûnên herî dawîn li ser erdê û tawanên li Idlibê pêşkêş kir, tevlî rewşa siyasî, nemaze ragihandina avakirina Komîteya Destûrî.

Wî bal kişand li ser ser girîngiya rola encûmena hoz û aşîretên Sûrî li devera ewle li rojhilatê Firatê û “parastin tevna civakî û yekparçebûna ax û gelê Sûriyê”.

Encûmena hoz û aşîretên Sûrî piştevaniya xwe ji bo Hevbendiya Niştimanî wekî sîwaneke rewa ya şoreşa Sûrî û nûnerê rewa yê gelê Sûriyê piştrast kir, û herweha cext li ser hevkarî û piştgiriya xwe ya tekûz bi hikûmeta demkî re û giringiya baladestiya wê li tevaya deverên rizgarkirî kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Posts Related