Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, birêz Enes Abda, ji bo xula serokatiya nû ji bo dema salekê weke serokê nû yê Hevbendiyê hat helbijartin, û birêz U’qab Yihya û Dr. Abdul Hekim Bişar û xanim Dîma Mûsa, weke cîgirên serok hatin helbijartin, û birêz Abdul Basit Abdul Latif weke sekreterê giştî hat hilbijartin.
Ev helbijartin, îro şemiyê, bi riya civînên Desteya Giştî hat pêkanîn, û xula civînan li bin navê şehîd Abdul Basit Alsarut hat lidarxistin, weke wefaderiyê bi giyanê şehîd re yê ku ji encama êrîşên leşkerî yên rejîma Esed û Rûsya li ser Idlibê û deşta Hema û Helebê jiyana xwe ji dest da.
Herwiha jî birêz Abdul Rehman Mistafa wekî serokwezîrê nû yê hikûmeta demkî ya Sûriyê hat hilbijartin, û tevî hilbijartina 19 endaman ji bo Desteya Siyasî.
Serokê nû yê Hevbendiya Niştimanî, Enes Abda got ku “ji bo min berpirsiyariya serokatiya Hevbendiyê di pêvajoyeke wiha dijwar û hestyar de, biryarek zehmet bû”, û got “Emê vî barî bi hevkarî û piştgiriya kesên baweriya min bi şehrezayî û helwestên wan yên qayîm tê hilgirin “.
Abda, bal kişand ku armanca wan e “Hevbendî bibe nûnerê rasteqîn yên hêzên şoreş û opozisyonê, ji bo yekxistina peyva hemû welatiyên Sûriyê, û peydakirina rayek giştî ya bi bandor, ku em aktîv bin di qada şoreşgerî û siyasî ya Sûriyê de”.
Dibe siba ku Desteya Giştî xula xwe bi dawî bike, bi gotûbêjkirina çendîn babetên girîng, û di serî de pêşketinên meydanî yên li bakurê Sûriyê, û tawanên şer yên li dijî sivîlan ji ber êrîşên hovane yên hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser dezgehên sivîl û bijîşkî û binesaziya bingehîn.
Herwiha di rojeva civînê de, dê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û binpêkirinên zêde li ser mafên wan bêne berçavkirin, û herwiha kar ji bo dîtina çareseriyên bineretî ji bo parastina wan û misogerkirina pêwîstiyên wan, tevî piştgiriya bizavên hikûmeta demî ya Sûriyê bi riya dabînkirina sîstema rêveberiyê ji bo deverên rizgarkirî bi hawayê ku bibe alîkar ji bo pêşvebirina seqamgerî û aramiya van deveran û niştecihên wan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî