Serokê desteya danûstandinên Sûrî Dr. Nesir Elherîrî, evro duşembê, kongirekî rojnamevanî lidar xist, taybet bû bi hûrgiliyên komîta destûrî ya ko ji hêla emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî ve Entonyo Gotrîs hate ragehandin , herweha dawîtirîn rewşêm meydanî bi taybetî li Idlibê û tawanên cengê yên ji hêla rêjîmê û piştgirên wê ve pêk tên.
Elherîrî biryara navdewletî ya 2254 ya taybet bo Sûriyê û mada têkilî daraştina destûra nû ji welat re pêşdîtin kir, di pey re li ser bingehên kar û mîkanîzma destnîşankirina karê komîtê axivî, û diyar kir ko komît du desteyên wê yên biçûk hene, û dê made bi lihevkirinê an bi dengdanê bêne biryardan, û gerek made 75% ji dengan bîne tako erê bibe. û du serokên hevbeş ji komîtê re hene, û dabînkirina rola sereke ya Netewên Yekgirtî di birêvebirina karê komîtê li Cinêvê.
Destnîşan kir ko komîta destûrî şêweyê lihevkirina gel û rêka yasakirina destûrê an aktîvkirina wê destnîşan dike, û nabe çi alî pê bileyize.
Elherîrî destnîşan kir ko hêj deste di ‘’çarçoveya pirosesa danûstandinê de ye, û hêj em negihiştine rewşa cîbicîkirinê‘’, û bal kêşand ser ko eger çêbibe, giring e li gor rêzedemeke aqilane be, li gor ya ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 de hatiye. û got: Nabe ko em hilbijartinan berî destûrê an hilbijartin û destûr di hebûna vê rêjîma nuho de çêbikin.
Elherîrî tekez kir ko komîta destûrî dergeh e, lê têra cîbicîkirina tevaya biryara 2254 nake, divê bendên din jî yên biryarê cîbicî bibin, û got ku giring e pabendî bi dema destnîşankirî hebe, ya li gor biryarê ya derbarê karê komîta destûrî ya bi şeş heyvan destnîşan bûye.
Û got ku damezirandina komîta destûrî ew pêşkevtineke erênî ye bo despêkirina danûstandinên rûbirû, lê tirsa xwe ji berdewambûna rêjîmê di astengkirin an jî têkbirinê anî ziman, hem nêtên rêjîmê û piştgirên wê ko komîtê wek kaxezekê bikar bînin bo pereyan ji bo dîsa-avakirinê bînin an penaberan ber bi herêmine nearam ve bêyî viyana wan bişîbin.
Daxwaz kir ko civaka navdewletî hevkariyê bike û fişarê bide ser rêjîmê ji bo li dor maseya danûstandinê rûne, ji bo çareseriya siyasî li gora biryarên navdewletî pêk were, û daxwaz kir ko beraberiya çi hewildanên astenkirinê bibe.
Elherîrî diyar kir ko desteya danûstandinê amadekirinên berfireh kirine li ser asta desthilatdariya veguhêz, û pêkanîna zemîneke hêmin û bêlayen ji bo rapirsînê, û vegera penaberan bi rengek ewle.
Elherîrî got ku çareseriya siyasî ya dirist li Sûriyê bi sê pêngavên sereke çêdibe: Zemîna bêlayen û aram ya ji bo pêrabûnên desteya veguhêz, û ya din daraştina destûreke nû , û ya sisê hilbijartinên azad û paqij bi çavêriya netewên yekgirtî pêk bên.
Û bal kêşand ser ko karek heye ji bo aktîvkirina dosya girtiyan, û hêvî kir ko gelek ji wan bêne berdan bi destpêkirina karê komîta destûrî, tako bibe fakterek ji bo baweriya xelkê bi karê komîtê were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî