Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behîdariya Dr. Mihemed Morsî, serokê berê yê Komara Erebî ya Misrê kir, û pirse û sersaxî da malbata wî û tevaya gelê Misrê yê bira.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku serokê berê ma dilsoz û piştevan ji bo daxwazên gelê Sûriyê û şoreşa azadî, rûmet û demokrasiyê, û herwiha “ma pabend bi pirsgirêkên neteweya erebî bi awayekî zelal, bê xwe vekişîne yan jî bazaran bike li ser pabendbûn û piştgiriya xwe bi her awayekî heyî”.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku ew hêvîdar e ku Misir her dem bimîne wek berê, dîwarekî asê li hember hemû hewldanên li dijî herêmê yên bi armanca pêkanîna gefan li ser ewlekariya herêmê û belavkirina ajawegeriyê, û her weha got: “Em bawer in ku dê Misir berdewam be li ser helwest û pabendbûna xwe li gel miletên mafperwer û rûmetxwaz”.
Û xemgînî û hêrsek mezn li ser malperên têkiliyên civakî peyda bû, û helmetên ragihandinê yên piştgir ji serokê koçadawîkirî re çêbûn, û haştagek bi navê Muhemed Mursî li ser malpera Tiweeter bi zimanê erebî û ingilîzî piştî demjimêrekê ji nûçeye mirina wî belav bû.
Her weha beşek mezin ji çalakvanên sûrî behîdariya wî kirin, û helwestên wî yên li kêleka gelê Sûriyê, û hewildanên wî yên pêşkêşkirina alîkariya rastyeqîn ji bo rizgarkirina Sûriyê ji desthilata stemkar û birina wê ber bi demoqrasiyê de bi bîr anîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî