Endamê Desteya Siyasî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Yasir Elferhan, aşkere kir ku Hevbendî li hember hejmarek ji dijwariyan e, çi li ser asta hundurê Sûriyê be, an li ser asta Herêmî û Navdewletî be, û bal kişand ku Desteya Serokatiyê ya nû pilaneke kar ji bo xurtkirina hebûna xwe li deverên rizgarkirî û bihêzkirina têkliyan bi alîyên Herêmî û Navdewletî re datîne.
Û Elferhan di daxwiyaniyên rojnemevanî de got ku Hevbendiya Niştimanî ji bo xurtkirina hebûna xwe li deverên rizgarkirî û zêdekirina çalakiyan û nêzbûna bêhtir ji gelê Sûriyê dixebite, û diyar kir ku Hevbendiyê pilanek ji bo xurtkirina kar di riya alavên cîbicîkirinê yên girêdayî Hevbendiyê û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê li gel saziyên çalak ên şoreşgerî û sivîl danî.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî danpêdaneke navdewletî ya berfireh wergirtîye, û ew nûnerê rewa ye ji gelê Sûriyê re, û got ku ev yek berpisyarêyên giran datîne ser milê Hevbendiyê, daku bi dilsozî erkê xwe dermafê xwediyên qurbaniyên gelê Sûriyê û mafê wan rabe, ji bo gihîştina dewleteke nû li ser binyata demoqrasî û piralîbûn û desaleta yasayê.
Û got ku Desteya Serokatiyê a Hevbendiya Niştimanî ya nû, xwedan pirograma lidarxistina têkliyên Herêmî û Erebî û Navdewletî ye, da hevkariyê li ser bingehên cûrbecûr di pêkanîna veguhestina siyasî û sizakirina tewankaran de bikin, herweha bêalîkirina aliyên ser bi rêjîmê ve di pirogramê wan de heye.
Û tekez kir ku piştgiriya siyasî ya Dostên Gelê Sûriyê ya ji Hevbendiya Niştimanî re pêşkêş dike hîn berdewam e, lê dît ku ew piştgirî “ne berhemdar bû”, û bal kişand ser ku Hevbendî alavên cûrbecûr ji bo çalakkirina wê rolê pêşniyar dike, ji bo biryarên Encûmena Ewlekarî û Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Mafên Mirovan cîbicî bike.
Û cext kir ku cîbicîkirina wan biryaran berpisyareke navdewletî ya tevayî ye, û ji Civaka Navdewletî xwest ku divê rêjîm bi wan biryaran pabend be û cîbicî bike, daku bighêjin çareya siyasî li gorî biryara 2254an.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî