Berpirsin Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî, civînek li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê ligel Desteya Koçberên Dêra Zorê pêk anî, û derbarê rewşa wan û ya derbiderên li bakurê Sûrî li wan hat guhdarîkirin, û şiroveyeke bi hûrbînî li ser pilanên desthilata Sûrî ya demkî kirin, bo pêdiviyên hemû sivîlên herêmên rizgarkirî pêk bînin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Ebdilbasit Ebdiletîf, razgirê desteya siyasî Riyad Elhesen, û endamê desteya siyasî Salim Elmislit li civînê amade bûn, û behsa bizava bûyî ji bo pêkanîna veguhastina siyasî ya dirist li Sûriyê, ya ko vegera ji ber xwe ve ya penaber û koçber û derbideran bo herêmên wan yên resen dabîn bike, kirin.
Û herdu aliyan behsa dawîtirîn rewşa meydanî ya Idlibê û ragehandina komîta destûrî û herêma aram li rojhelatê Feratê kirin.
Her weha endamên Desteya Koçberên Dêra Zorê behsa hewildanên Îranê yên ferizkirina rêbaza xwe ya olî li ser herêmê û guhertina dîmugrafî, ji bo xwe ji hêla olî, civakî û çandeyî ve dest deyne ser deverê, da milîtanên mezhebî wek çawa li başûrê Libnanê çêbû desthilatdariyê bikin.
Li ser piştguhkirina xwe û zehmetiyên jiyanê li herêmên koçberiyê, çi yên hindirê kampan an yên derve axivîn, û behsa pêdiviyên mirovî yên rojane kirin, û ji Hevbendiya Niştimanî û Desthilasta Demkî û rêkxistinên navdewletî daxwaz kirin ku ji bo dabînkirina pêdiviyên wan kar bikin.
Her weha arîşeyên neçûna şagirtan ya bi salan bo dibistanan, ku giring e pirogramekî ligel Uonisko deynin tako hemû şagirtên ji xwendinê dûr ketine li xwendegehan bicih bikin, û rêbazine xwendinê ko ew salên li wan çûne qerabo bikin ji wan re çêkin, û rêkê bibînin ko ev bawername bêne danpêdan, da şagirt karibin xwendina xwe ya zankoyê berdewam bikin, û wan ji bo bazara kar li gor taybetmendiya xwendina wan amade bikin.
ji hêla tendiristî ve endamê desteyê li ser tiştê tê serê zarokan û metirsiyên kêmxwariniyê axivîn, û ji rêkxistina UNISEF daxwaz kirin ko têwerdanê bike.
Herweha taybetmendên Desteya Koçberên Dêra Zorê li ser karta çaksazî û bazirganiyê axivîn, ko giring e sendîkeyek ji vê sektorê re çêbibe, û alavên geşepêdana wê dabîn bibin, û dergeh li ber firotina derve vebe û bawernameyên jêdera berhemdayînê bidin.
Amadebûyan lihev kirin ko giring e xelkên Dêra Zorê ji nû ve xwe di dezgeh û sendîkeyan de yên ko mafên wan dabîn bikin birêxistin bikin, û rê ji wan re vebe ji bo beşdarbûna aktîv û guncaw di wezaret û birêveberiyên desthilata demkî de.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî