Tuesday, 10 September 2019 21:57

Komîteya Karûbarên Hikumraniyê ya Hevbendiya Niştimanî Civiya

Ofîsa Karûbarên Hikumraniyê ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şorwş û rikberiya Sûriyê, îro roja sêşemê bi serokatiya serokê Hevbendiya Niştimanî Enes abda civiya, ji bo gotûbêjkirina yekemîn pêngav û civînên hikûmeta Sûrî ya demkî ji bo destpêkirina karûbarên xwe li deverên rizgarkirî.

Ofîsa navborî bi riya peywendiyek televizyonî ya girtî ligel serokê hikûmeta demkî Abdul Rehman Mistefa û wezîrên hikûmetê axivîn, û ji wan xwest ku hikûmet balê bikişîne li ser dabînkirina aramî û ewlehiyê li seranserî deverên rizgarkirî, û herweha baştirkirina karûbarên perwerde û tenduristiyê.

Endamên Ofisa Hikûmraniyê dan zanîn ku baştirkirina rewşa ewlehî û xizmetgozariyê "tişteke herî giring e" û fakterek e ji bo vegera xelkê bo cih û warên xwe, di heman demê de wê tevgera aborî li herêmê zêdetir bike, û bibe hokarê peydabûna derfetên nû yên kar.

Endamên ofisê piştgiriya xwe ya tam ji nerîn û plansaziya hikûmetê re anîn ziman, û soza xebatê dan ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo karê wê, û hêviyên xwe anîn ziman ku hikûmat piştgiriya pêwîst ji aliyên xêrxwazî wergire ji bo xurtkirina plan û bernameyên karnemeya xwe.

Ji alîyê xwe ve, serokê hikûmeta demkî Abdul Rehman Mistefa ragihand ku proseya wergirtin û radestkirinê "di nav atmosferek demokratîk de ku her welatiyekî Sûrî pê ser bilind e" temam bû, û bal kişand ku xebata hikûmetê ligel boçûna sîyasî ya Hevbendiya Niştimanî digunce û herdû hev temam dikin.

Wî bal kişand ku ew giringiya herî mezin dide bilindkirina asta hevahengiya di navbera wezaretan û saziyên sivîl, dezgehên ewlehî û leşkerî de, û got ku di qonaxa bê de dê pêgavên baş li herêmên rizgarbûyî nemaze di warên ewlehî û aramiyê de bêne avêtin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Komîteya Karûbarên Hikumraniyê ya Hevbendiya Niştimanî Civiya