Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, dît ku operasyonên ewlekariyê yên li gundên gundewarê Dêra Zorê li ser destê milîşyayên PYD yên terrorist û komikên pêve girêdayî pêk tên, wek hweleke cezakirinê ye ji tevgera sivîl ya çalak re ya dijî hewlên şêwandina çandî û îdyolocî yên evan mîlîşyan û destekên wan ên cûrbecûr li deverên di bin kontirola wan de cîbicî dike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuiyaniyeke rojnamevanî de îro got ku van milîşeyan di dema helmeta xwe de binpêkirên wek lêdan û tirsandin û riswakirin û tundiya dijî zarok û jinan pêkanîn, ta bighîne sepandina qedexekirina çûnhatinê û birîna elktirîkê, û bi karê veguhestina mizgeftan bo xalên leşkerî û nehêlana azan û nimêjê tê de rabûne.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Pirojeyên koçberkirinê û guhartina demografî yaku ev milîşeyên terrorist pêk tînin, wek binpêkirineke metirsîdar a gefê li tevna civakê li deverê dike ye.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku milîşeyên PYD helmetên ewlehiyê pêk tînin, û astengiyên cûrbecûr disepîne û bi helmetên girtin û leşkeriya neçar radibe, her weha ji nû de beşê zindî û çalak li deverê armanc dike, di riya bikarênana duruşmên cenga dijî terorê re, ji bo ku deriyê cengê dijî civaka sivîl veke, û nehêle bi rola xwe di berevaniya di ber sivîlan de rabe.
Û Hevbendiyê bal kişand ku Evan mîlîşeyan rêça rêjîmê nedajotin di kiryarên nijadperestî de û ta vê astê nedişopandin, ger hin aliyên navdewletî bi wan nehatibana xapandin, û got ku kiryarên van milîşeyan eşkere ne û kes nema bi wan tête xapandin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser hevkariya xwe li gel xelkê Dêra Zorê û gundewarê wê û retkirina wan ji tiştên li ser wan têne sepandin di riya rêşûnên kotekî bi hemû awayên wê tekez kir, û em cext dikin ku têkoşîna gelê Sûriyê ji bo rêça azadiyê temam nabe, bêyî ku Sûriya ji tevaya dagîrkerên terrorist û sitemkar rizgar bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî helwesteke yekrêz dijî terrora tevaya terorîstan bê cudakirin xwest, nemaze ku xelkên me li rojhilatê ferat hîn di bin desthilatên terroristî yên cûrbecûr re derbas dibin, ji rêjîma Elesed ta Mîlîşyayên Îranî û Daiş û PYD.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî