Wednesday, 24 June 2020 19:01

Ofîsa Revendan ya Hevbendiyê Civînek ji Dûr ve bi Endamên Revenda Sûrî li Danîmarkayê re Lidar Dixe

Hevrêzkarê Ofîsa Revendan di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî de, Mihemed Yehye Mektebî, civînek ji dûr ve bi hejmarek ji endamên revenda Sûrî li Danîmarkê re lidar xist, û herdû aliyan dawîtirîn pêşhatên girêdayî bi Sûriyê gengeşe kirin, û mektebî girîngtirîn mijarên di warê siyasî û meydanî de şirove kirin.

Û Mektebî tekzî li ser rola erênî yaku revenda Sûrî li ser asta cîhanê pê rabibe kir, û got ku divê ew revend baş bi rola xwe rabe di warê diyarkirina kirêtiya rêjîma Elesed û eşkerekirina tewanên wê dermafê sivîlan li pêşiya tevaya dewlet û gelan, û qezenckirina piştgiriya navdewletî ji şoreşa Sûriyê û gelê wê re.

Û civîn bi dirêjahî li ser cîbicîkirina yasaya Qeyser û bandora wê li ser rêjîmê rawestiya, û Mektebî cext kir ku rêjîma Elesed û koma çeta yên pê re, ewên daraya welêt bi dirêjiya 50 salî talan kirine, ta niha ew in sedema rûxandina aboriya Sûriyê, ne yasaya Qeyser e, û bal kişand ku nirxê lîreya Sûrî beramberî dolarekî, berî cîbicîkirina ysaya Qeyser, gihîştibû 3000 an.

Û Mektebî diyar kir ku yek ji sedemên ferzkirina yasaya Qeyser ew e, pêkneanîna rêjîmê ji xwestekên çareya siyasî ya ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî, û di pêşî de daxwiyaniya cinêvê û biryara 2254, û tekez kir ku rêjîmê wêrankirin û hilweşandin bi ser welêt de anî.

Û herdû aliyan behsa qonaxên cîbicîkirina yasayê kirin, herweha mîkanîzma bandora wê li ser rêjîmê û çawaniya sepandina fişaran, da wê bînin ser maseya danûstandinê, û destpêkirina pirosesa siyasî ya rasteqîn ji bo çareyê ji Sûriyê re bibînin, gengeşe kirin.

Û eşkere kir ku qebareya bobelata mirovahî pir mezin e, û ew mezintirîn bobelata mirovahî ye piştî cenga cîhanî ya duyemîn, û got ku civaka navdewletî û aliyên bexşkar ne di asta berpisyariyê de bûn, ne di riya rawestandina tewanan dermafê gelê Sûriyê û cezakirina kesên di ber de berpisyar in, û ne jî di riya pêşkêşkirina alikariyên li gor qebareya bobelatê.

Û ji aliyê xwe ve, Endamê Revenda Sûrî li Danîmarkê û Hevrêzkarê Civînê, Mihemed Ismaîl Hemdo, tekez kir ku lidarxistina civînên weha pir girîng e, ji ber dihêle Sûriyên li cîhanê belav bûne nêzîkî bûyeran bin, û herdem haya wan ji hemû pêşhatên siyasî û leşkerî û sivîl hebe.

Û herdû alîya li ser lidarxistina civînên rolane û domdar li hev kirin, daku têklî berdewam bin û agahî û raman bi tevaya Revenda Sûriyê re parve bibin, û bihêle bi rola jê tê xwestin rabe.

Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan pesnê kar û xebata mezin ya ku Endamên Revenda Sûriyê li Danîmarkê pê radibin da, ew karê di riya beşdariya di pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û bijîşkî ji bo sivîlan li deverên rizgarkirî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Ofîsa Revendan ya Hevbendiyê Civînek ji Dûr ve bi Endamên Revenda Sûrî li Danîmarkayê re Lidar Dixe