Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa dibîne ko tiştê li gundewarê Qamişlo dibe ji şewitandina dexlê xelkê ew jî ji tawankariyên cengê ye, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko têwerdanê bike û dabîn bike ko nema dubare bibe.
Mistefa evro sêşembê got: ‘’ şewitandina dexlê genim li cezîra Sûrî tawankariyên cengê ne,‘’ daxwaz ji civaka navdewletî kir ko kontrolkirina milîtanên PYD ko salixê wan bi “terorist” da ji ser herêma Cezîrê rake, û alîkariya yên ziyan li wan bûye bibe.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku gerek biryarên navdewletî cîbicî bibin, û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 ya çareseriya siyasî beşek jê ye, û Sûriyê ji tiroristiya Esed û milîtanên din xilas bike.
Agir duhî duşembê dîsa bi zeviyên genim û ceh ket, û bêtir ji 28 gundan li gundewarê Qamişlo şewitîn, û ba agir guhast bi aliyê bakur û rojhelat ve, bi wê mezintirîn ziyan giha xelkên herêmê.
Çalakvanan tekez kirin ko dest li pey vî agirî hene û hîç ne ji rewşeke xwezayî wisa dibe û bi taybetî li çend herêman dubare bû.
Ji aliyê xwe ve berevaniya sivîl ya Sûrî ragehand ko ew bo vemirandina agiran amade ye, birêveberê berevaniya sivîl Raid Salih li ser Twiterê got: endamên rêkxistinê amade ne bo rewşa awarte û alîkariya sivîlan bikin û agir vemirînin ko gefê li ewlehiya xwarina Sûriyan dike.
Elsalih daxwaz ji dewletên têkilî bi mijarê ve hene kir ku rê li ber tîmên wî vekin tako bigehên herêmên agir bi wan ketiye û dê pisporiya tîmê di vemirandina agir de bikar bîne.
Çalakvanan bal kişandin ser ko xelkên herêmê ji dubarebûna bûyerên şewata bi destê kirdeyan û gihana wan bo herêmên din ditirsin, yên ko digel Reqa û gundewarê Helebê yê rojhelat depoya genimê Sûriyê ne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî