Tuesday, 08 October 2019 00:06

Wezîrê Tenduristiyê Rewşa Nexweşxane û Rêvebiriyên tenduristî Dişopîne û Pêwîstiya Baştirkirina Xizmetgozariyan Piştrast Dike

Wezîrê Tenduristî yê hikûmata demkî ya Sûrî Dr.Meram Şêx Mistefa, seredana nexweşxane û rêvebiriyên tenduristiyê li gundewarê Helebê kir, û bi rayedarên wan re behsa rêkarên baştirkirina asta xizmetgozariyên tenduristî yên têne pêşkêşkirin ji bo niştecîhên deverên rizgarkirî kir.

Di serdana xwe de digel rêvebirê tenduristiya Helebê , Dr. Hesan Obêd, û cîgirê wî Dr. Abdul Basit Al-Shiyoxî re civiya, û bi wan re rewşa tenduristî ya li herêmê gotûbêj kir, û giringiya kontrolkirina hemû proje û karên têkildarî rewşa tenduristiyê li deverên rizgarkirî piştrast kir, û hevahengiya wan digel biryar û pêşnîyarên ji hêla Wezaretê ve derdikevin.

Di heman demê de, wî serdana Sendîkaya karmendên tenduristiyê li Helebê kir, û bi Sekreterê perestyaran, teknolojî û pîrkên şaxê Helebê, mamoste Tariq Necar re civiya, û bi wî re rola girîng ya sendîkeyan ji bo baştirkirina rewşa karê tenduristiyê û peydakirina saziyên tenduristî bi karmendên pespor û baştirkirina rewşa xebata wan re gotûbêj kir.

Herweha ku berî niha rewşa tenduristiyê li bajarê "Mar'h", di civîna navbera Wezîrê tenduristiyê û endezyar Fûad Abas, serokê xwecihiya "Mar'h" de, hatibû gotûbêjkirin.

Wezîrê tenduristiyê di heman demê de serdana hejmarek nexweşxaneyan kir, û bi rêveberên nexweşxaneyên û bijîşkên wan re civiya, û bi wan re qala girîngiya pêşkeftina xebata tenduristî û rêvebiriyê di deverên rizgarkirî de kir, û spasiya wan kir ji bo hewildanên wan yên giran hevdem ligel mercên dijwar yên ku ji aliyê herêmê ve û derfetên teng yên têde derbas dibin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Wezîrê Tenduristiyê Rewşa Nexweşxane û Rêvebiriyên tenduristî Dişopîne û Pêwîstiya Baştirkirina Xizmetgozariyan Piştrast Dike