Thursday, 25 September 2014 21:55

Di Destdanîna Şoreşgeran Li Ser Hindek Xal Li Qelemon.. Kuştî Ji Hêzên Esed û Mîlîşiyên Hizbellah.

Deh serbaz ji hêzên Esed û mîlîşiyên Hizbellah ê tirorist hatin kuştin û hejmarek dî di pevçûnên bi Artêşa Azad re li devera Qelemon li gundewrarê Şamê birîndar bûn.

Pevçûn di navbera her du aliyan de piştî êrîşa şoreşgeran li ser  rewangeha Esal Elwerid û rêbenda Elewez Elwerd û gundê Elcibbê piştî teqandina rêbenda rewangehê û Behtûn lidar ketin. Herweha şoreşgeran 3 erebeyên leşkerî, tankek, erebeyek şêlka, û topek pîvana57 wêran kirin.

 Ji hêleke dî ve Artêşa Azad di riwê hewldana hêzên Esed bo derbasbûna taxa Cober û bajarokê Dixaniyê li Xûteya Rojhilatî sekinî, û hêzên Esed tê de bi ziyaneke mezin derket. Pevçûn di navbera herdwan de li ser riya Muteheliq Cinûbî li Şamê ji aliyê taxa Cober, derdorên bajarokê Zemelka û Eyn Terma ji aliyê bajarokê Dixaniyê ve berdewam kirin. Di mijareke dî de encama qurbaniyên êrîşa azmanî ya duh li ser Dûma giha 13 şehîdan, û hîn wendayî di bin wêranan de hene, û xelkên deverê ta niha nikarin wan derxin.

Jêder: Hevbendî- Smart.

Home Nûçe Nûçeyên Qadên Şer Di Destdanîna Şoreşgeran Li Ser Hindek Xal Li Qelemon.. Kuştî Ji Hêzên Esed û Mîlîşiyên Hizbellah.