Hadî Elbehra
Serokê Hevbendiya Niştimaniya hêzên Şoreşê û Rikaberiya Sûriyê
26 Êlûn 2014
Rêzdaran Xudanên şikodarî û bextewriyê:
Gelî dost û hevalan:
Silava welatê min ji were aştiye, ew aştiya niha li welatê min yê xwînrêj tê serjêkirin li pêş çavên tevahiya cîhanê, welatê min ew welat e yê ku helbestvanekî Sûrî bi navê Mîlxerê Biçûk li sedeya yekê li pêş zayînê gotiye:” heger tu Sûrî be ey biyanî çi seyrbûn heye, tu li yek welatî dijî ku ew Cîhane”.
Welatê min landik û çavkaniya şaristaniyê ye, îro têde du metirsî belavin, yek zordestî ye û ya din teror e, Sûriya ne bitenê nîgara xakekê ye, Sûriya peyama xuda ye bo miletan, peyama xuda ye bo Mirovan, welatê min welatê tevhiya mirovhiyê ye, ew welatê ku rojekê Endirê Bawer zanyarê şûnwaran yê Firensî li ser gotiye: ” gerek her mirovekî pêşketî bêje min du welat hene, yek welatê wî ye, yê din Sûriya ye”, belê; niha welatê mirovahiyê tevî di metirsiyê deye, bi sedema tawanên zordestiya rêjîma Esed, ku hemû yasa û pirasîpên mirovahî binpê dike, û bi sedema hatina tundrewan ji bêhtir ji 30 welatan bo çandina tirs û terorê di Sûriya sipehî û rengîn de.
Gelî dostan:
Rêjîma Esed bi çavdêriyeka wird rewşa Sûrî amade kiriye, herwiha bi heman çavdêriyê çanda teror û tevlîheviyê û serjêkirinê belav kiriye, li bîra cîhanê tênin ku yekemîn kesê ev kiryar kiriye rêjîma Esed e, dema bidahan zarok kuştin di komelkujiya Elhola de, herwiha di komelkujiya Elbeyda de, serê zarokên yek salî birîn li pêş çavên dayîk û bavên wan, û şerê me, sereke li dijî rêjîmê ye ya ku seqa teror û kuştin û serjêkirinê belav kir, û me bêhtir ji 20 komelkujiyên rêjîmê yên serjêkirinê dîkoment û bibelge kirine.
Ku destekên rêjîma terorîst wek Daiş û mîlîşyaên milîperest yên derbasî Sûriya bûne ji Îran û Iraq û Libnanê û ji hin dewletên din yên pişkdar di encamdana tawankariyan de bi rêjîmê re li dijî gelê Sûriyê û bi hîç awayekî jinavbirina terorê nabe bê têkşikandina wargeh û encamderê wê yê serekî, ku ewjî rêjîma Esed ya tawankar e, lewra li danûstandinê JINÊVê de me pirojeyê ragihandina piransîpan pêşkêş kir, û têde me da xuya kirin ku dijberya terorê encam nade bê demazrandina desteya fermanrewiya veguhêz ya tevahiya desthilatên cêbicêkar bidest xweve bîne bi dabînkirina zemîneka guncayî bo pêkanîna tenahî û aramiyê di Sûriya de jibo têkşikandina terorê di navçeyê de.
Gelê Sûriyê, şerê terorê kir ji destpêka peydabûna wê , ji ber ku dît ji encamê tawanên rêjîmê berhem daye û herwiha dît ku teror metirsî ye li ser pirojeyê niştimanî, herwiha têzanîn şerê miletê Sûrî li dijî terorê, şerekî Kevin û bedewam e, û li êlûna sala 2013an, hevbendiya niştimanî helwêsta xwe bi zelalî li dijberî rêxistina Daiş ê ragihand, û di destpêka sala nû de û bi tena xwe û bê hîç alîkariyekê li dijî Daiş ê şer kir û keyfxweşin bi tevlîbûna cîhanê divî şerî de, li dijî terorê, em bi rizamendî pêşweziyê li hevpariya Cîhanê di şerê me li dijî zordariyê û li dijî reha wê ya ku ji terora rêxistina Daiş pêktê dikin.
Em miletek aştîxwaz in, ji bona bidestanîna mafên xwe yên mirovahî û yên destûrî dixebitin, em niçar bûn çekan hilgirin da bervaniya xwe bikin li hember tawanên rêjîmê, û desthilatê hemû çek bikaranîn li dijî Sûriyan, heta bi çekên qedexekirî.
Em wek Hevbendiya Niştimanî nûnerayetiya gelê Sûriyê dikin û hewl û bizavê dikin bo pêkanîna xwestek û daxwazên gel, û xilaskirina gel ji zordestiya rêjîma Esed, herwiha ji terora hatî der ji encamê siyasetên wê û di pêşiyê de terora rêxistina Daiş, herwiha paben din bi dabînkirina asayîş û seqamgêriyê, da gelê me bişê nûnerên xwe helbijêre bo komeleyeka damezrêner û daraştina destûreka nû, û danîna zagonên helbijartinên pak û azad û damezrandina hikûmeteka veguhêz, û yesker piştî damezrandina hikûmeteka veguhêz de em pabendin bi helweşandina Hevbendiyê, em zêrevanê daxwazê miletin û serbazên armancên şoreşê ne, ne daxwazkarên desthilatê ne.
Îro em xembarin ku li welatê me yasaneman berbelav bûye û gelê me tûşî zordarî û terorê dibe, ku êş û azara mirovî li Sûriya pir mezin û bê sinor e, û li maweyê du heyvên bûrî de 700 welatî li ser destê rêxistina Daiş li Dêrazorê hatin kuştin, û bidehhezaran welatiyên herêma Kobanê (Eyn Elereb) koçber û awere bûn, li pêşçav û li berguhên tevahiya Cîhanê, ku di van çend rojên bûrî de me dît bidehhezarn welatiyên sivîl ji mal û gundên xwe revîn ber bi Tirkiya ji tirsa êrîşên rêxistina terorîst , ku hejmara kesên penaber ji kobanê gihişt nêzîkî 200 hezar penaberî, lewra hat xwestin em cîhana azad bi berpirsyatî û bi erkên wan agehdar bikin û alîkariyê jê bixwazin bo rawestandina pêşrewiya rêxistina Daiş ê û da ku penaber bitenahî vegerin bo malên xwe, û me ji civaka navdewletî xwest ku alîkariya artêşa azad bike li wan navçeyan, bi rêka alîkariya asmanî, herwiha me daxwaza armanckirina hêza leşkeriya Daiş kir, û dûrxistina navçeyên pir sivîl ji êrîşan, û gelekî em xembar û dilgiran bûn li ser ketina hin qurbaniyên sivîl.
Herwiha Şoreşa me dijî zordestiyê û Şerê me yê dijî terorê, di berjewendiya me ya niştimanî de ye, û Hevbendiya Niştimanî xudan stratîjiyek xuya ye û dest pilanên ber pêwîst hene bo rastkirina pêvajoya xwe û çakkirina şaşiyan, herwiha me hez û vîn heye bo bilindkirina şiyan û kargêriya damudezgehên rikaberiyê bo dagirtina her valeyeka çê bibe ji encamê têkşikandina hêza terorê û hêza sitemkariyê, û vegeriyan bo Sûriya ji bo rizgarkirina welat ji stemkariya Esed û ji terora Daiş ê, ewe nav û nîşanên qonaxê bê ye, û destpêka pirosêsa vegerandina aramiyê û gerandina jiyana abûrî li navçeyên rizgarkirî, qonaxeke veguhêze ji pêvajoya şoreşê ya ajawe bo pêvajoya rizgariyê û karê rêkupêk, qonaxeke pêwîste, saziyên dewletê dubare bêne bikaranîn, ew saziyên ku bi mal û bi xwêdana sûriyan hatine damezrandin û em sûrin ku fermanber vegerin li ser karên xwe, û karmend vegerin li kargehên xwe û cotyar li ser zeviyên xwe, em rijdin û peroşin ku Sûriya paşerojê bo tevahiyan Sûriyan be bi hemû pêkhateyên xwe yên netewî û olî , û wê dewleta sûrî pabend be bi aramî û parastina jiyana tevahiya welatiyan bê cudahî.
Em di rikaberiya Sûrî de, bi rastî radigehînin ku stemkariya Esed û terora rêxistina dewleta islamî, rêgirin li pêş dabînkirina daxwazên gelê sûrî bo avakirina dewleta xwe ya niştimanî û demokrat , dewleta dad û wekhevî û yasayê, û em şerê xwe bidomînin heta pêkanîna daxwazên rewa yên gelê xwe, bo peresendkirina rûmeta mirovî û azdiyê bo kur û keçên welat.
Gelî Dostan:
Li dawiyê sipasiya we dikim li ser baweriya we bi pêwîstiya tevlîbûna we di nav şerê gelê Sûriyê de li dijî teror û stemkariyê, Spas bo hevpariya we ligel Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, ya herî sûdmend û xudanê yekemîn berjewendî bo bergirîya gel û welat, Sûriya dayîk û welatê miovan teva ye, û beşdariya we di şerê me de li dijî hêzên tarî û tundrew û zordar, bervaniya ji bo welatê we yê duwemîne, welatê tevahiya mirovahiyê.
Sipas bo we hemûyan