Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî birêz Salim Elmislit li şûna Lûey Elsafî wek berdevkê fermî ji Hevbendiyê re danî.
Birêz Elmislit yek ji giringtirîn vekolînerên di warê siyaset û karûbarê stratîcî de li Navenda Kendavê û cîgerê Birêvebirê wê ye.
Salim Elmislit sala 1959an jidayik bûye û bawernameya Macistêr di Zanistiyên Siyasî ji Emerîka standiye. Herweha Elmislit bû serokê Encûmena Hozên Sûrî û endamê Nivîsgeha cîbicîkirinê ya Encûmena Niştimanî û Şêxê Êla xwe li Sûriyê û Îraqê ye.
Îro di civîna Desteya Siyasî wek berdevkê Hevbendiyê hate danîn, civîn li ser gelek mijaran wek ketwara Sûriyan li Libnanê û helwesta Hevbendiyê ji êrîşên Hevalbendiya Navnetewî û giringiya lêdana hêzên Esed gotûbêj kirin, herweha deste li ser rewşa derbiderên Kobanî û pêdiviyên mirovî ji penaberên Sûrî li welatên derdorê axivî.
Jêder: Hevbendî